Di navbera Îsraîl û Hemasê de topbaran

Artêşa Îsraîlê vê êvarê burcek çavdêriya leşkerî ya girêdayî komên Filistinî li başûrê Xezayê kir hedef. Ji aliyê Xezayê ve jî burceke leşkerî ya Îsraîlê hate hedefgirtin.

Di navbera Îsraîl û Hemasê de topbaran
7 adar, 2019   19:07

XEZA

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihandin ku artêşa Îsraîlê vê êvarê burceke leşkerî ya Koma Ezedîn El-Qesam baskê leşkerî ya Hemasê kir hedef. Her wiha nuqteyek leşkerî girêdayî komên filistînî bersîva hedefgirtina burcê dan û gule li burcek leşkerî ya Îsraîlê berandin.

Li gorî nûçegihanê me, artêşa Îsraîlê carek din nuqteyên filistînî kir hedef, lê komên filistînî ti bersiv nedan.

Ev bûyerên leşkerî di navbera her du aliyan de, bi hebûnba şandeya ewlehiyê ya Misrî li Xezayê ji bo berdewamkirina gotûbêjên girêdayî agirbestê di navbera Xeza û Îsaîlê de pêk hat.

 Şandeya Misêr duh bi aliyê Îsraîlê re civiyabû.

(şx)

ANHA