Bi wesîleya 8‘Adarê parka şehîdan hate vekirin

Di çaçroveya çalakiyên 8‘ê Adarê de, Rêveberiya Jin a bajarokê Mensûrayê parka "Şehîdan" li gundê Sefsafayê ya rojavayê bajarê Tebqayê vekir.

Bi wesîleya 8‘Adarê parka şehîdan hate vekirin
Bi wesîleya 8‘Adarê parka şehîdan hate vekirin
Bi wesîleya 8‘Adarê parka şehîdan hate vekirin
7 adar, 2019   18:26

TEBQA

Bi armanca vekirina parka "Şehîdan" merasîmek pêk hat, di merasîmê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Jin a Tebqa û gundewarên wê, şaredariyên gel û Meclisa Ciwanên Tebqayê amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê, endama meclisê Yasmîn Mihemed axivî û ev tişt anî ziman: "Şehîdan çanda gelan belav kirin, dîrok bi xwîna şehîdan hatiye nivîsandin, bi şehadeta wê me mirovahî vegerand."

Endama Rêveberiya Jin a Sefsafayê Fatima El-Mustefa jî axivî, roja jin a pêşxistina çandiniyê bi bîr xist û got: "Jin girêdayî ax û xwezayê, çandinî ji aliyê jinan ve hat keşifkirin û pêşxistin, ji ber keda jinan em vekirina vê parkê diyarî wan dikin."

Piştî axaftinan, beşdaran derbasî parkê bûn û dar çandin.

ANHA