Meclisa Jinên Sûriyê 8‘ê Adarê pîroz kir

Meclisa Jinên Sûriyê bi wesîleya 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek da û hêvî kir ku ev roj bibe roja aştiyê.

Meclisa Jinên Sûriyê 8‘ê Adarê pîroz kir
7 adar, 2019   17:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinên Sûriyê têkildarî 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek belav kir. Meclisa Jinên Sûriyê 8‘ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got, jin avakara aştiyê ne.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin "Her roj roja jinên Sûriyê ne, roja jinên ku li hemberî kuştin, wêrakirin û koçberiyê sekinîne, roja jinên ku di 8 salên aloziyê de hêvî afirandin e. Îsal jî Roja Jinên Cîhanê li gel bilindkirina êş û azaran tê. Di dema ku jinên cîhanê amadekariyên pêşwaziya Roja Jinan dikiarin li ser wan komkujî dihatin kirin.  Bûyerên ku li bargeha dawîn a DAIŞ li Baxoz û Efrînê û hemû herêmên di bin dagirkeriya rêxistinên terorîst û Tirkiyê de mirov matmayî dihêle. Di kampan de jî di serî de jin azarên dijwar dikişînin. Rexmî vê yekê jî jin bi taybet ên Sûriyê afrînerên aştî û hêviyê ne.

Em Meclisa Jinên Sûriyê vê rojê li hemû jinên têkoşer, bi taybet jinên Sûriyê ku afrînerên jiyanê pîroz dikin û hêvî dikin ku ev roj bibe roja avakirina aştiyê û bidawîbûna şidetê."

ANHA