Şandeya jinên Spanyayê serdana Kongreya Star û goristana şehîdan kir

Şandeya jinên Spanî ku duh gihiştibû Rojava, serdana Kongreya Star û Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo kir.

Şandeya jinên Spanyayê serdana Kongreya Star û goristana şehîdan kir
Şandeya jinên Spanyayê serdana Kongreya Star û goristana şehîdan kir
Şandeya jinên Spanyayê serdana Kongreya Star û goristana şehîdan kir
Şandeya jinên Spanyayê serdana Kongreya Star û goristana şehîdan kir
7 adar, 2019   17:31

QAMIŞLO

Şaniya jinên Spanyayê ku ji nûnerên 6 tevgerên jinan ên Spanî pêk dihat bi armacna şopandina rewşa jin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevlêbûna pîrozbahiya 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê duh di deriyê Sêmalkayê de derbasî Rojava bû.

Şande îro serdana avahiya Kongreya Star a bajarê Qamişlo kir û ji aliyê Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd, endamên Komîteya Têkiliyan a Kongreya Star Qedriya Hisên, Nejbîr Teyar û Fîdan Seydo ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de, serkeftinên jinan di Şoreşa Rojaava de hatin nîqaşkirin.

Evîn Siwêd, bal kişand ser armanca damezirandina Kongreya Star û astengiyên ku li pêşiyan wan derketine, karê û xebatên komîteyên kongrê. Her wiha sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji endamên şandeyê re şîrove kir.

Evîn, anî ziman ku pîrozbahiya 8‘ê Adara îsal xwedê rengeke cûda be, ji ber ku terora DAIŞ‘ê tine dibe û di demeke nêzî de dê mizgîniya tinekirina DAIŞ‘ê were ragihandin. Evîn bal kişand ku şervanên YPJ‘ê di şerê li dijî DAIŞ‘ê de pêşengtî kir.

Endamên şandeyê jî diyar kirin ku wan bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet têkoşîna jinên Rojavayê Kurdistanê li hemberî DAIŞ û zihniyeta desthilatdar û projeya demokratîk a herêmê dişopandin, lew re xwestin van gavan ji nêzîk ve bibînin.

Endamên şandeyê anîn ziman ku ew di herdu rojên wan li Bakur û Rohilatê Sûriyê bi tecrûbeya jinan matmayî me û gotin hevgirtina hemû jinan, Kurd, Ereb û Suryan ji bo wan cihê kêfxweşiyê ye.

Şandeya jinên Spanyayê paşê çûn serdana Goristana Şehîd Delîl Sarûxan û li vir ji aliyê malbatên şehîdan ve hat pêşwazîkirin. Endamên şandeyê û malbatên şehîdan gul danîn ser gorên şehîdan.

Serdana şandeyê dê heta 16‘ê vê  mehê dewam bike.

ANHA