Asayîşa Kobanê bazirganên madeyên hişbirê girt

Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên Rêxistinî ya girêdayî Asayîşa Kobanê komek bazirganên madeyên hişbirê girt û sewqî dadgehê kir.

Asayîşa Kobanê bazirganên madeyên hişbirê girt
Asayîşa Kobanê bazirganên madeyên hişbirê girt
Asayîşa Kobanê bazirganên madeyên hişbirê girt
Asayîşa Kobanê bazirganên madeyên hişbirê girt
7 adar, 2019   16:56

KOBANÊ

Koma bazirganên madeyên hişbiriyê ji 8 kesan pêk dihat û li herêma Kobanê û Minbicê di navbera 2`yê Sibatê heya 1`ê Adarê de hatin girtin.

Endamên buroyê miqdarên mezin ji madeyên hişbirê (heşîş, lib û toz) yên endamên komê desteser kirin.

Di lêpirsînê de, endamên komê li xwe mukir hatin ku wan madeyên hişbiriyê ji herêmên di bin dagirkeriya çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê de digirtin û li herêmên Minbic û Kobanê bazirganî dikirin.

Di dema ser de girtina mala M.H de ku yek ji endamên komê ye, buroyê parçeyên dîrokê li mala wî dîtin, diyar e ku M.H. bazirganiya parçeyên dîrokî dikir an jî dixwest bifroşe hindek aliyan.

Piştî lêpirsînê, hêzên Asayîşê bazirganên madeyên hişbiriyê sewqî dadgehê kirin.

(şx)

ANHA