Desteya Niştîmanî ya Erebî 8’ê Adarê pîroz kir

Desteya Niştîmanî ya Erebî 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li tevahî azadîxwazan û bi taybet li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Desteya Niştîmanî ya Erebî 8’ê Adarê pîroz kir
7 adar, 2019   12:30

QAMIŞLO

Desteya Niştîmanî ya Erebî bi daxuyeniyekê  8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinên azadîxwaz û bi taybet jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir. Desteya Niştîmanî ya Erebî teqez kir ku tevî hemû zehmetiyan jinên Ereb şopdarên rêya azadiyê ne.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê qonaxeke girîng di dîroka mirovahiyê de ye, ji bo azadî û wekheviyê têkoşîn hat kirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku jinên Ereb wekî jinên Kurd û Suryan derbasî qonaxeke nû dibin da ku mafên xwe di nava civakê de teqez bikin û wiha hate gotin: “Lê heta niha jî rastî gelek zehmetiyan tên. Tevî wê jî gelek destkeftî bi dest xistine, tu carî derfet nadin ku dem paşde bikeve û her tim bi israr rêya xwe berdewam dikin.”

Desteya Niştîmanî ya Erebî di dawiyê de hemû jinên azadîxwaz ên ku rêya azadiyê li pêşiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekir, silav kirin. Her wiha berxwedana Leyla Guven hate silavkirin û wiha hate gotin: “Têkoşîna wê ne tenê nûnertiya gelê Kurd dike, nûnertiya tevahî azadîxwazan dike.”

(bx/bm)

ANHA