Li Dêrazorê meşa 8’ê Adarê

Bi dirûşma "Bi berxwedana jinan jiyan geş dibe û teror têk diçe" bi sedan jinên Dêrazorê beşdarî xwepêşandana 8’ê Adarê bûn.

Li Dêrazorê meşa 8’ê Adarê
Li Dêrazorê meşa 8’ê Adarê
Li Dêrazorê meşa 8’ê Adarê
Li Dêrazorê meşa 8’ê Adarê
Li Dêrazorê meşa 8’ê Adarê
7 adar, 2019   12:48

DÊRAZOR

Meşa 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji Çerxerêya El-Kesrat a Dêrazorê dest pê kir û bi sedan jinên herêma Dêrazorê tev lê bûn. Di meşê de pankartên bi nivîsên "8’ê Adarê domana berxwedana Efrînê ye”, “Jinên birêxistinkirî bedewbûna jiyanê ne” û “Ji Roza û Clara heta Zenûbiyaya Serdemê û Leyla Guven berxwedan didome" hildan.

Meşvan li nava kolanên navçeyê ber bi têketina gundê Hemar El-Elî ve meşiyan û li wir meş veguherî mîtîngê.

Di mîtingê de endama rêveber a Meclisa Jinên El-Kesrat Heyam Mihemed axivî û Roja Jinan a Cîhanê li tevayî jinên cîhanê pîroz kir û wiha got: "Bi keda şervanên YPG û YPJ’ê cara yekem e ku piştî ji terorê rizgar bûn, roja xwe li dar dixin û pîroz dikin.”

Heyam bal kişand ser fedakarî û têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rola wan a di hemû hêlên jiyanê de. Paşê endama Meclisa Zagonsaz Melak Rebah wiha axivî: "Têkoşîna jinan cîhan tev hejand û jinan îsbat kir ku dikarin bi berxwedanê parastina xak û rûmeta xwe bikin."

Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

(fr)

ANHA