ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07.03.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07.03.2019
7 adar, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya ji bo rizgarkirina Baxozê dê were şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Komîteya Kedkaran a herêma Cizîrê buroya xwe li navçeya Til Birak vedike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Til Hemîsê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Mihemed Elî El-Abdullah ê di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibû oxir dikin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cenazeyê şervanê QSD‘ê Mihemed El-Xetat ê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, ji aliyê şêniyên gundewarên rojavayê Dêrazorê ve li Goristana Şehîd Xidir El-Hemadayê ya herêma Ebû Xeşeb tê veşartin, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Dirbesiyê spasiya QSD`ê kirin, ji ber ku hovantirîn komên çeteyan li cîhanê yanî çeteyên DAIŞ`ê tune kirin û gotin: "Bidawîbûna DAIŞ`ê ji bo me rojbûneke nû ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevseroka MSD`ê Emîne Umer destnîşan kir ku tunekirina DAIŞ`ê di sê qonaxan re derbas dibe. Her wiha anî ziman ku çareseriya siyasî ya Sûriyê bi dawîbûna hebûna DAIŞ`ê ve girêdayî ye û bal kişand ku Rêveberiya Xweser beşek ji çareseriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Çalakiyên bi wesîleya 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin, dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di nav şert û mercên şer û trajediya koçberiyê de, jinên Efrînê bi karkirina mîna şaneya mêşên hingiv, di dirêjahiya salekê de ji dagirkeriyê karîn xwe biparêzin, perwerdeyên bîrdozî pêk anîn û bi rêya çalakiyên cuda ji xwe re pirek ava kir da ku wan bi berxwedana li hember dagirkeriya Tirk ber bi rizgarkirina Efrînê ve girê bide. Naveroka peyama wan di roja 8`ê Adarê de berxwedan û şerê li dijî hêzên dagirkeriyê yên li ser xaka wan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Qebûl nekir xwe radest bike, bû jineke azad û stêrkek ji stêrkên azadiyê… Henaa El-Seqir li dijî çeteyan bi demançeya xwe li ber xwe da û bi kurê xwe re şehîd ket. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jina bi navê Melka Awad El-Xerîb ku li gundê Jinwarê dijî, anî ziman ku dê cara yekem 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gundê Jinwar pîroz bike û wiha got: “Ez ê têkçûna DIAŞ’ê û 8’ê Adarê bi hev re pîroz bikim.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevka Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat destnîşan kir ku destkeftiyên jinan li Sûriyê ji bo tevahiya jinên cîhanê re serkeftinek e û got, piştî bidawîkirina DAIŞ`ê pêşxistina civakê erka jinan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên herêma Tebqayê diyar kir ku 8`ê Adarê roja serkeftina berxwedana jinan û berhema têkoşîna wan e. Jinan tekez kir ku berxwedana Leyla Guven û jinên Efrînê bûye sembola berxwedana jinan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ji berbermahiyên çeteyên DAIŞ`ê li Kantona Şehbayê, rûbarên berfireh ji zeviyên çandiniyê zirar dîtine û êdî gihaştine rewşekê ku nayên bikaranîn. Rûbara wan zeviyan di navbera 3 hezar heya 4 hezar hiktar e. Şênî bang li aliyên têkildar dikin da ku mayînan ji wan zeviyan rakin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA