Yek ji şervanên rizgarkirî gihaşt malbata xwe

Şervanekî Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê ku ji aliyên tîmên taybet ve li gundê Baxozê ji destên çeteyên DAIŞ`ê hatibû rizgarkirin, gihitş malbata xwe ya li bajarê Tebqayê.

Yek ji şervanên rizgarkirî gihaşt malbata xwe
Yek ji şervanên rizgarkirî gihaşt malbata xwe
Yek ji şervanên rizgarkirî gihaşt malbata xwe
6 adar, 2019   14:09

TEBQA

Bi nêzîkbûna têkçûna çteyên DAIŞ`ê, Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê şervanên xwe yên di destên çeteyan de ne rizgar dike. Beriya çend rojan şervanê bi navê Mihemed Xalid El-Himêdî bi nasnav Mihemed Tebqa rizgar kirin. Mihemed û 17 hevalên xwe roja 24`ê cotmeha sala buhurî li devera Hecînî dîl hatibûn girtin.

Piştî gelek çalakiyên bi bandor ji hêla Yekîneyên Taybet ên girêdayî QSD’ê ve, hejmarek ji şervan û sivîlên ku li gel çeteyên DAIŞ’ê dîl hatibûn girtin, hatin rizgarkirin.

Li cihê ku malbata şervan Mihemed Xalid El-Himêdê kurê xwe yê 5 mehan dîl mabû pêşwazî kirin Şahî û kêfxweşî hebû.

Her wiha şervanê hatiye rizgarkirin û dayîka wî ku çavên wan tije rondik bûn kêfxweşiya xwe bi vê serkeftina gewre yê ku ji hêla QSD’ê de pêk hatiye raber kirin.

Fermandarê QSD’ê yê Tebqayê Mihemed Reûf Ebû Fewaz got:" Ji saeta ku li Hecînê hatiye dîlgirtin, xebat û kordînekirin  bi fermandarên leşkerî yên eniyên Şer re tê kirin ku planek bê danîn da ku di dema rizgarkirinê de tu ziyan negihêje dîlgirtiyan, û wiha jî çê bû."

Dema ku duh çete û malbatên wan ji Baxozê dihatin derxistin, tîmên taybet di çalakiyekê de 5 şervanên hêzên erka xweparastinê ku di dema şerê tunekirina terorê de ketibûn destên çeteyan rizgar kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku QSD’ê şerê bidawîkirina rizgarkirina gundê Bxozê di 1’ê Adarê de piştî derxistina bi hezaran sivîlên ku DAIŞ kiribûn mertalên zindî, ragihandibû.

(fr)

ANHA