Li Heleb, Şehba, Girê Spî û Minbicê çalakiyên 8`ê Adarê

Bi rasthatina 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re rêzeçalakiyên Kongreya Star li bajarên Bakurê Sûriyê didomin.

6 adar, 2019   13:49

HELEB

Kongreya Star li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê civînek li dar xist. Bi dehan endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, jinên Meclisa Taxa Eşrefiyê û jinên taxê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de ji rêveberên Komîteya Dîplomatîk a Kongreya Star Leyla Xalid û ji rêveberên Kongreya Star Şervîn Delîl li ser rola jinan û têkoşîna wan li dijî zîhniyeta desthilatdar axivîn. Paşê sînevîzyonek li ser şoreşa jinan di nava dîrokê de hate pêşkêşkirin.

ŞEHBA

Kongreya Star û Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê serdana goristana şehîdên Berxwedana Serdemê ya li Şehbayê kir. Bi sedan dayik, hevjîn, zarokên şehîdan û her wiha endamên Koordînasyona Kongreya Star a Efrînê û endamên Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê tev li serdanê bûn.

Li goristana şehîdên Berxwedana Serdemê bi navê Kongreya Star Fîdan Ebdo axivî û îşaret bi têkoşîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina xaka Sûriyê û parastina axa welat kir. Paşê jinan gul danîn ser gorên şehîdan.

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinan û banga ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

GIRÊ SPÎ

Komîteya Jinan a navçeya Eyn Îsa bi boneya Roja Jinan a Cîhanê, şahiyek li dar xist, tê de bi dehan jinên navçeyê û gundên wê û bi dehan jinên di rêveberî û meclisên navçeyê û bajarokan de amade bûn.

Di şahiyê de bi navê meclisa navçeya Eyn Îsa Sewsen Himêdî û bi navê Kongreya Star Rîham El-Selo li ser rola jinan li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivîn.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

MINBIC

Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê şahiyek ji hevjînên şehîdan re li parka Qereqozaqê li dar xist.

Şahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê gelek axaftin hatin kirin. Ji Meclisa Leşkerî ya Minbicê şervana bi navê Leyla Elî axivî û 8`ê Adarê li hemû jinan û hevjînên şehîdan pîroz kir. Leyla diyar kir ku ev roj rojeke dîrokî ye ku têkoşîn û berxwedana jinan gihand vê astê.

Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Minbicê û gundên wê Kefaa Elî hemû şehîd bi bîr anîn û soza domandina rêya wan da.

Şahî bi belavkirina gulan li malbatên şehîdan û gerandina govendê bi dawî bû.

(jo-bx)

ANHA