Akademiya Şehîd Şiyar dewreya yekemîn qedand

Akademiya Şehîd Şiyar a leşkerî ya girêdayî QSD`ê, dewreya yekemîn bi merasîmekê bi dawî kir.

Akademiya Şehîd Şiyar dewreya yekemîn qedand
Akademiya Şehîd Şiyar dewreya yekemîn qedand
Akademiya Şehîd Şiyar dewreya yekemîn qedand
Akademiya Şehîd Şiyar dewreya yekemîn qedand
Akademiya Şehîd Şiyar dewreya yekemîn qedand
Akademiya Şehîd Şiyar dewreya yekemîn qedand
Akademiya Şehîd Şiyar dewreya yekemîn qedand
Akademiya Şehîd Şiyar dewreya yekemîn qedand
6 adar, 2019   14:33

QAMIŞLO

Li Akademiya Şehîd Şiyar a QSD‘ê ku li navçeya Til Birak e, dewreya perwerdeyê ya yekemîn a ku 30 roj beriya niha bi navê "Şehîd Serbest" hatibû destpêkirin, îro bi merasîmekê qediya.

Di dewreya ku şervanên ji herêmên cûda yên Cizîrê tevlê bibûn de waneyên leşkerî li ser bikaranîna çek, xweparastin û waneyên bîrdozî hatin dîtin.

Di merasîmê qedandina dewreyê de şervan û fermandarên QSD, malbatên şehîd Şiyar û Serbest amade bûn.

Merasîma derçûna dewreyê bi rêzgirtin dest pê kir, paşê fermandarê QSD`ê Xeyrî Durmûş axivî û qedandina dewreyê li şervanan pîroz kir. Xeyrî diyar kir ku serkeftina leşkerî ya li dijî çeteyên DAIŞ‘ê nêzîk bûye û soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştî axaftina fermndarê QSD‘ê şervanên nû yên tevlê dewreyê bibûn sond xwarin.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehdîan re  û gerandian xelekên dîlanan bi dawî bû.

Sair Ziyab bi nasnav Şehîd Şiyar ê ku akademî bi navê wî hatiye vekirin 26`ê Çileya 2018`an di Pêngava Bagera Cizîrê de li Hecînê şehîd bû.

Her wiha Eymen El-Hemo (Serbest), di 11`ê Sibata 2019`an di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de li Baxozê şehîd bû.

ANHA