Ji 2 zarokên têwerî çem bûn, yek hate rizgarkirin

Duh 2 zarok têwerî çema Zirkanê bûn. Tîmên rizgarkirinê yek ji wan rizgar kir û ji bo yê din xebatên lêgerînê dewam dikin.

Ji 2 zarokên têwerî çem bûn, yek hate rizgarkirin
6 adar, 2019   13:29

HESEKÊ

Duh 2 zarok; Elaa Ezedîn(7) û birayê wî Mubarek Ezedîn (8) ên ji gundê Besîs ê girêdayî navçeya Zirkanê, têwerî çemê Zirkanê yê di navbera navçeyê û gundê Kesra de bûn.

Tavilê Tîma Rizgarkirinê "Noqvan" dest bi lêgerînê kir. Di demeke kurt de zarokê bi navê Mubarek Ezedîn hate rizgarkirin.

Nûçegihanê ajansa me ku bûyerê dişopîne, ragihand ku heta niha Tîma Rizgarkirinê li zarokê din digere lê hê jî nedîtiye.

Asta ava çemê Zirkan di van demên dawîn de, ji ber barana dijwar bilind bûye.

(fr)

ANHA