Şervanên QSD`ê jineke û 14 zarokên êzidî rizgar kir – HAT NÛKIRIN

Şervanên QSD`ê jinek êzidî ya bi navê Nadiya Berekat Qasim (38) a ji malbata Hemê Şer ku hezar û 500 ermen ji komkujiyên Osmaniyan parastin her wiha 14 zarok, rizgar kir.

Şervanên QSD`ê jineke û 14 zarokên êzidî rizgar kir – HAT NÛKIRIN
6 adar, 2019   13:19

DÊRAZOR

Nûçegihanê me ragihand ku şervanên QSD`ê jina êzidî ya bi navê Nadiya Berekat Qasim (38) ku ji Şengalê ye û 14 zarok, di nava sivîl û malbatên çeteyan de ku ji Baxozê derdixin, rizgar kir.

Nûçegihanê me diyar kir ku şervanên QSD`ê di nava çend saetên pêş de dê Nadiya û 14 zarokan radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê bikin.

Tê zanîn ku malbata Nadiya an ku malbata Hemê Şer, dema Osmaniyan komkujî li dijî ermenan di sedsala 19`an de pêk anî, nêzî hezar û 500 ermen parastin.

(bx)

ANHA