Bagera Cizîrê û vekişandina Gul mijarên hefteya derbasbûyî bûn

Hêzên QSD'ê hemleya Bagera Cizîrê didomîne, di heman demê de guhertina demografî di xaka Sûriyê bi sponseriya Rûsiya, Îran û Dewleta Tirk didome. Li Lubnan û Îraqê jî hilbijartin, li Tirkiyê jî Ebdulah Gul namzetiya xwe ya ji bo hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê kişand. Ev mijarên serkeke yên hefteya derbasbûyî bûn.

Bagera Cizîrê û vekişandina Gul mijarên hefteya derbasbûyî bûn
6 gulan, 2018   04:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên ereban di hefteya derbasbûyî de guhertina demgoraftî li ser xaka Sûriyê ku pêk tê, her wiha pêşketinên meydanî ya li Sûriyê, hilbijartinên Îraqê, hilbijartinên Lubnan û Tirkiyê, her wiha dosya nuklerî ya Îranê, şerê veşartî di nvbera Îran û Îsraîlê wekî rojevên sereke girtin dest. Di heman demê de rewşa Yemen û Filistînê jî wekî mijarên sereke beriz bûn.

Fûzeyên ne diyar li gundên Heleb û Hemayê li dijî Îranê hatin bikaranîn

Rojnameyên Ereban ên hefteya derbasbûyî derbarê rewşa Sûriyê de mijarên cûda girtin dest. Rojnameya El-Qudis El-Erebî li ser rewşa Sûriyê sernavê "Fûzeyên ne diyar ji hatin, Îran matmayî hiştin, her wiha rêjîma Sûriyê jî tengav kirin"û "Perlemanterekî got ku kuştî hene" avêt. Rojnameyê di nivîsên xwe de got ku di dema ku Îran lebikî bû, fûzayên ne diyar li bargehên wê yên leşkerî yên li Hema û Helebê ketin. Van fûzayan rêjîma Sûriyê jî tengav kiriye. Rêjîma Sûriyê di riya rojameya 'Tişrîn' got ku êrî ji bargeheke Amarîkî û Birîtanî ya li Bakurê Urdinê derketiye. Hate gotin ku di êrîşê de 37 kuştiyên rêjîmê û hêzên Îranê hebûn, her wiha bi dehan birîndar jî  çêbûne."

Rêjîma rastî kurdan tê û neçar dibe ji gundên ketêyê vekişe

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset li ser rewşa Sûriyê sernavê "Rêjîma Sûriyê rastî kurdan û hevkarên wan ên rojhilatê Firatê hat. Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî li ser heman mijarê sernavê "Sûriyê:Kurd gundên ku rêjîmê li Dêrazorê piştî êrîşên Amarîka dagir kirin, vedigerîn in. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Rêjîma Sûriyê li eniya rojava ya Dêrizorê eniyek nû vekir û wiha dom kir: "hêzên rêjîmê nişkave bi piştgiriya çekdarên Îranî û Lubnanî ku 'Huzim El-Ah a Sûriyê' li wan hatiye kirin êrîşî hêzên QSD'ê kirin. Hêzên rêjîmê karîbûn pêş bikevin û herêmekê ku ji gundên El-Cinîne, El-Eliyan, El-Cîee, Hiwêqe û El-Miîşiye yên Dêrizorê bi dest bixe. Lê mayîna hêzên rêjîmê beranberî hêzên kurdî ku piştgiriya xwe ji Amarîka digre dirêj ne kir."

Pirojeyên Îranê yên derbarê Şamê

Derbarê guhertina demografî ya li Sûriyê Rojnameya El-Heyat sernavê "Metirsîna derbarê guhertina demografî li derdora Şamê heye" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku piştî sala 2012'an ev yekem care ku rêjîma Sûriyê Şam û Derdora wê bi vî rengî dixe destê xwe û wiha dom kir: "Hêzên opozisyonê hişyarî dank u itîfaqa dawî ya derbarê derxistina Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ji Kampa Yermûk di çarçoveya pirojeya Îranê ya bidestxistina Şamê û guhertina demografî pêk hatiye. Niyeta wan ew e ku Meydana Başûr a Nû çêbikin. Ev meydan ji aliyê rojhilat ji Seyîda Zeyneb destpê dike  diçe heta Dareya ji aliyê rojava ve."

QSD'ê Bagera Cizîrê didomîn e

Rojnameya El-Ereb li ser hemleya Bagera Cizîrê sernavê "Hêzên QSD'ê Bagera Cizîrê didomîn e" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de destnîşan kir ku hêzên QSD'ê roja sêşemê qonaxeke din a hemleya Bagera Cizîrê dan destpêkirin. Armanca vê qonaxa hemleyê girtina sînorê Îraqê ye. Ev gav piştî rojekê ji ragîhandina Koalîsyona Navdewletî dawîkirina hemleyên mezin ên li dijî DAIŞ'ê ku li Îraqê hate destpêkirin. Her wiha girtina navenda xwe ya bejahî li vî welatî."

Şam, soza vekirina eniyên din dike û Îsraîl bi Rûsiya re bazaran dike

Rojnameya El-Heyat jî derbarê mijarê de sernavê "Rêjîma Sûriyê amadkekariya vekirina eniyek nû bi Israîlê re dike, Îsraîl doza bazaran bi Rûsiya re dike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Rûsiya û hevkarên wan Îranê hewl didin ku eniyek din a herêmên kêmkirina şer vebikin û wiha dom kir: "Ev jî metirsînê çêdike ku bi DYA re li ser erdê bikevin navkokiyê de. Di dema ku Îsraîl ket ser xetê û ji Rûsiya xwest ku berjewendiyên Îsraîlê li Sûriyê û Îranê di ber çavan re derbas bike. Îsraîl qebûl nekir cihê xwe di embargo û cezayên li ser Rûsiya hatin ferizkirin bisekine.

Rojaneya El-Erebî jî derbarê rewşa Sûriyê sernavê "Nîşan didomin ku wê hêzên erebî berê xwe bidin Sûriyê" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku piştî demek dirêj li ser helwesta erebî ya şermûk derbarê aloziya Sûriyê derbas bû, niha di welatên ereban de behsa şandina hêzên ereb a Sûriyê tê kirin.

Rewşa Îraqê

Derbarê rewşa Îraqê rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê mijarê de sernavê "Lêkolîna tevlîbûna Heşid Şebî ya bi hêzên Îraqê re" hewldanên vala ne. Rojnameyê derbarê mijarê wiha got: "Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî di meha Adarê de biryarnameyek derxist û diyar kir ku wê hêzên Heşid Şebî fermî bikevin nava hêzên fermî de. Bi vê yekê jî wê mûçeyên wan bike wekî yên hêzên Îraqê. Lê ev biryara hatiye dayîn pir tevlîheve û hîn jî mijara nîqaşan e."

Rojnameya El-Heyat jî derbarê rewşa Îraqê de sernavê "Ebadî êrîşî gendelan di Heşid Şebî dike" avêt. Rojnameyê got ku rewşa tevlîhevî û germahiya li Îraqê bi nêzîkbûna hilbijartinan ku dê di 12 vê mehê de were lidarxistin zêde bûye. Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî aliyên Heşid Şebî hişyar kirin.

Rojnameya El-Erebî jî derbarê rewşa Îrqaê sernavê "Germahiya hilbijartinan li Îraqê nakokiyan vedişêre" avêt. Rojnameyê got ku herdû lêvegerên Şîîa yên Îraqê û Îranê "Şerê sar" bi hev re dikin.

Derbarê rewşa Îranê de

Derbarê rewşa Îranê de jî rojnameya El-Ereb sernavê "Wîlayetî di axaftinên xwe de behsa Kendava Farisî dike" rojnameyê her wiha got ku Îran hewl dide ku bersivek tund bide Îranê bi taybet derbarê bersivdayîna wê ya ji DYA re."

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî da zanî ku ewrên şerê di navbera Îran û Israîlê de komî serhev dibe aêvt. Rojnameyê da zanîn ku di kêmî 24 saetan de fûza li bargehên Îranê yên li Heleb û Hemayê yên Sûriyê ketin. Serokwezîrê Israîlê Nîtinyaho ragîhan ku wan kopiyek ji arşîfa Nuklerî ya Îranê bidest xistiye. Li aliyê din çavkaniyan destnîşan kirin ku ewrên şerê di navbera Îran û Îsraîlê xwe komî ser hev dike.

Rojnameya El-ereb jî sernavê "Makaron hewl dide ku danûstendin derbarê bernameya nuklerî ya Îranê piştî sala 2025'an pêk bîne. Rojnemayê gotinên Serokê Firansa rojava duşmeyê got ku Serokê Firansa Makaron ji Serokê Rûsiya Pûtîn re gotiye ku ew dixwaze danûstendinan derbarê bernameya Nuklerî ya Îranê re pêk bîne.

Şerê veşartî di navberas Îran û Îsraîlê

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Şerê Veşartî di anvbera Îran û Israîlê de pêşketiye." Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku çavkaniyên dîplomasî yên rojavayî diyar kirin ku şerê veşartî di navbera Îran û Îsraîlê de pêk hatiye.

Hikûmeta Yemenê tevgera xwe zêde dike

Derbarê rewşa Yemenê jî rojnameya El-Heyat sernavê "parçebûna ji nva Hûsiyîn li eniya El-beyda pêk hat" rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê mijarê de sernavê "Hikûmeta Yemenê dixwaze hebûna xwe li herêmên Yemenê rewa bike" avêt.

Rojnameya El-Ereb jî derbarê mijarê de sernavê "Itîfaqa agirbestê li Teizê pêk hat" Rojnameyê got ku komîteya agirbestê kêşeya li parêzeha Teizê ya başûr-rojavayê Yemenê pêk anî.

Rojnameya El-Heyat jî derbarê mijarê de sernavê "Ewlekarî û Rewşa heyî" avêt. Rojnameyê da zanîn ku çekdarên Hûsî desthiladariya xwe û hêzên xwe yên ewlekariyê li Sena û parêzgehên din ên di destê wan de zêde kiriye.

Hilbijartinên Lubnanê

Li ser hilbijartinên Lubnanê rojnameya El-Ereb sernavê "Riwên nû di hilbijartinên Lubnanê de" avêt. Rojnameyê da zanîn ku hilbijartinên Lubnanê wê di 6'ê gulanê de werin lidarxistin. Ev hilbijartin wê li gorî itîfaqa parvekirinê pêk werin, her wiha wê 120 namzet werin hilbijartin.

Hevgirtina muxalif li dijî Erdogan

Derbarê rewşa Tirkiyê de jî rojnameya El-Qudis El-Erbeî sernaêv "Opozisyona Tirkiyê di dawiyê de di pêkanîna hevkariya hilbijartinên de biser dikeve" avêt. Rojnameyê destnîşan kir  ku hêzên opozisyona Tirkiyê dikarin AKP û Erdogan bixin metirsînê de. Rojnameyê got ku piştî çend hefteyan ji danûsteinan opozisyona Tirkiyê herî dawî karîbû koalîsyonek ji 4 partiyan ava bike.

Rojnameya El-Ereb jî li ser mijarê sernavê "Gul sedema vekişandina munafisê Erdogan eşkere kir" avêt. Serokê Tirkiyê yê Berê Ebdulah Gul, ku beşdarbûna wî ya hilbijartinan lêkolîn dike roja înê piştî ku Serokê Erkanê Tirkiyê Xelûsî Akar serdana wî kir, vekişandina xwe ragîhand.

(dc)