`Bi berxwedana jinên azad dê dawî li tecrîdê bê`

Jinên beşdarî Karwanê Jinên Azad bûn, diyar kir ku bi berxwedana jinên azad ew ê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bikin.

`Bi berxwedana jinên azad dê dawî li tecrîdê bê`
`Bi berxwedana jinên azad dê dawî li tecrîdê bê`
6 adar, 2019   13:40

QAMIŞLO

Bi rasthatina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, karwanê jinên azad îro serdana navçeya Amûdê kir. Karwanê jinan ku ji dehan erebeyên bi alên YPG`ê û YPJ`ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan hatibûn xemilandin, pêk dihat. Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê û gundên wê û endamên saziyên sivîl, hêzên leşkerî û endamên Navenda Horî ya Çand û Hunerê û Kevana Zêrîn pêşwaziya karwan kir.

Dema ku karwan gihîşt Qada Jina Azad a navçeyê, dengê jinan bilind bû û dirûşmeyên silavkirina têkoşîna jinan û azadiya wê qîriyan. Paşê şahiyek hate lidarxistin, tê de endama rêveberiya Kongreya Star Şêrîn Hisên, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê endama rêveberiyê Saliha Mistefa û bi navê Meclisa Jinên Sûriyê endama rêveberiyê Nesrîn Taşo axivîn.

Di axaftinan de 8`ê Adarê li hemû jinên cîhanê û têkoşîna jinan û berxwedana wan hate pîrozkirin û hate gotin ku jin bi saya ramanên Ocalan bûn pêşengên şoreşa Rojava.

Di axaftinan de her wiha hate gotin ku dê berxwedan û têkoşîna jinan heta ku hemû jin bigihêjin mafên xwe yên rewa, dewam bike. Her wiha soza bilindkirina têkoşîn û berxwedanê li ser rêya têkoşer Leyla Guven heta rizgariya Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê hate dayîn û hate gotin ku bi berxwedana jinên azad dê dawiya tecrîda li ser Ocalan bê. Paşê koma Kevana Zêrîn gelek stran pêşkêşî beşdaran kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Karwanê Jinên Azad serdana bajarê Hesekê û Dirbêsiyê kir û tê payîn ku sibe serdana bajarê Qamişlo bike.

(jo)

ANHA