Li dijî kiryarên dagirkeriya Tirk li Babê 2 xwepêşandan

Îro bi sedan şêniyên bajarê Babê li dijî siyaset û kiryarên dagirkeriya dewleta Tirk û meclisa ji aliyê wan ve hatiye avakirin, daketin kolanan. Her wiha ajokaran jî xwepêşandanek li dar xist.

Li dijî kiryarên dagirkeriya Tirk li Babê 2 xwepêşandan
6 adar, 2019   12:53

MINBIC

Siyaseta dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wan ên bi navê "Meclisa Herêmî" ku dagirkeran li bajarê Babê ava kiriye, welatî  bêzar bûne. Ji ber vê yekê xwepêşandanên rojane li Babê li dijî kiryarên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li herêmê tên lidarxistin.

Îro jî bi sedan şêniyên Babê ji bo kiryarên Meclisa Herêmî û çeteyên dagirkeriya Tirkiyê û bi taybet kiryarên dizî, talankirin, kuştin û revandinê, derketin xwepêşandanê. Şêniyan di xwepêşandanê de diyar kir ku ew siyaseta wan napejirînin û daxwaz kir ku çete ji bajarê wan derkevin.

Her wiha bi dehan ajokarên trimbêlên li bajarê Babê li dijî Meclisa Herêmî derketin xwepêşandanê, ji ber ku li şûna trimbêlên gelê herêmê, derfetên kar ji trimbêlên Tirkiyê re peyda dikin.

Ajokaran pankartên bi nivîsa "Em trimbêlên Tirkiyê di herêmên xwe de qebûl nakin, ji ber ketina trimbêlên Tirkiyê di herêmên me de bi sedan trimbêlên me zirar dibînin û bêkarî zêde bûye."

ANHA