Gelê Cezayîrê xwest Botiflîqayê nebe bernamzet

Xwepêşandanên gelê Cezayîrê li dijî Ebdilezîz Botfilîqiyê dewam dikin. Îro jî bi deh hezaran kes kom bûn û daxwaza dûrxistina wî ji serokatiyê kirin.

Gelê Cezayîrê xwest Botiflîqayê nebe bernamzet
5 adar, 2019   14:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytext Cezayîrê û gelek bajarên din, li dijî serokê Cezayîrê Ebdulezîz Botiflîqayê xwepêşandan hatin lidarxistin û banga dûrxistina wî ji serokatiyê kirin.

Xwepêşandaran daxwaz kirin ku Botfilîqiyê yê 82 salî di hilbijartinên ku tê payîn di 18`ê Nîsanê de pêk  nebe bernamzet.

Botfilîqa roja Yekşemê dosya bernamzetiya xwe pêşkêş kirbû.

Di xwepêşandana de pankarên " Lîstok dawî bû" û "Rêjîm biçe" hatibû bilindkirin.

Li bajarên Qestantîniyê, Enaba û Bilêdayê xwendaran daketin qadan.

(jo)