HRE: Li Efrînê 3 dagirker hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanên wan di 4‘ê Adarê de li Efrînê bi du çalakiyan li dagirkeran xistin, di encamê de 3 dagirker hatin kuştin.

HRE: Li Efrînê 3 dagirker hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn
5 adar, 2019   15:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiyên xwe yên di 4‘ê Adarê de li dijî hêzên dagirker daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin;

"Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî ku li herêma Efrînê û derdora wê bicîh bûne bi çalakiyên xwe yên bi bandor ku bi cûreyên çalakiyên sabotaj, kemîn, sekvanî û serdegirtinê re derbên giran dixin. Di vê çarçoveyê de, di dîroka 4’ê Adarê de li navçeyên ya bi ser Efrînê 2 çalakiyên taybet li dijî leşker û komeke çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hatin lidar xistin.

Di dîroka 4’ê Adarê de şervanên me li dijî baregehek artêşa Tirk a dagirker li gundê Basilê ya girêdayî navçeya Şêrawa ye çalakiyeke taybet pêk anîn. Di encama çalakiyê de leşkerek hat kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Her wiha seyareyeke leşkerî jî hat rûxandin.

Di dîroka 4’ê Adarê de şervanên me çalakiyeke taybet li dijî baragehek koma çeteyên El Cebha El Şamiyê li gundê Meryemînê yê girêdayî navçeya Şera lidar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çeteyên bi navê Eymen Şobek û Elî Ebû Îslam hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn."