Nêzî du hezar çeteyên DAIŞ‘ê xwe radest kirin

Li gundê Baxozê derdora du hezar çeteyên DAIŞ‘ê xwe radestî QSD‘ê kirin.

Nêzî du hezar çeteyên DAIŞ‘ê xwe radest kirin
5 adar, 2019   14:27

DÊRAZOR

Nûçegihanê me ji gundê Baxozê ragihand, derdora 2 hezar çeteyên DAIŞ‘ê xwe radestî QSD‘ê kirin û bi rêya 10 kamyonên mazin ew ji gund  hatin derxistin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ji duh ve operasyonên leşkerî li eniya bakurê gundê Baxozê rawestandiye û derxistina sivîl, çete û malbatên wan didomînin.

Vê sibehê jî bi hezaran sivîl û malbatên çeteyên DAIŞ‘ê ji gundê Baxozê hatin derxistin.

(bb)

ANHA