`Jin çavkaniya jiyanê û avakarên pêşerojê ne`

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên Roja Jinan a Cîhanê berdewam dikin, gelek çalakî li kantona Qamişlo hatin lidarxistin û jinên Reqayê kolanên gundên rojhilat xemilandin.

5 adar, 2019   14:07

QAMIŞLO

Kongreya Star îro li navçeya Tirbespiyê semînerek li ser têkoşîna jinan di dîrokê de, li Hola Roj a bakurê navçeyê li dar xist, bi dehan şêniyên bajêr û endamên saziyên civaka sivîl a Tirbespiyê beşdar bûn.

Hol bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan hate xemilandin, di semînerê de endama rêveberiya Komîteya Aboriya Jinan a Kantona Qamişlo Cîhan Mihemed bi zimanê kurdî û endama rêveberiya Meclisa Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê Asiya Cuma bi zimanê erebî axivîn û diyar kir ku di dîrokê de li dijî jinan zilm û zordarî hatiye kirin da ku sîstema desthilatdar bi rêya qelskirina jinan civakê bixin bin destê xwe.

Di axaftinan de Roja Jinan a Cîhanê di hemû aliyên jiyanê de hate bibîrxistin û hate gotin ku jinan di hemû aliyan de xwe bi rêxistin kiriye û di eniyên şer ên li hemû navçe û bajaran de şer dike û bi ramanên Ocalan xwe bi rêxistin dike.

Semîner bi pêşandana sînevîzyoneke li ser têkoşîna jinên azad û bi taybet têkoşer Leyla Guven bi dawî bû.

Li Dêrîkê qada jina şoreşger hate vekirin

Li bajarê Dêrikê, Kongreya Star di çarçoveya rêzeçalakiyên xwe yên roja 8`ê Adarê de, Qada Jina Şoreşger vekir. Bi sedan jinên bajarê Dêrikê, endamên saziyên Civaka Sivîl li Qada Jina Şoreşger kom bûn û şahiyek li dar xist.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama rêveberiya Koordînasyona Kongreya Star Minewer Xalid axivî û wiha got: "Em roja 8`ê Adarê li hemû jinan û di serî de li têkoşer Leyla Guven pîroz dikin."

Minewer wiha axaftina xwe dewam kir: "8`ê Adarê nêzîk dibe, bi vê boneyê em ê têkoşîn û berxwedana xwe li dijî zîhniyeta baviksalar bilindtir bikin. Jin çavkaniya jiyanê û avakarên pêşerojê ne."

Paşê gelek axaftin ji aliyê endamên rêveberiyên saziyên civaka sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan, Aboriya Jinan, hêzên HPC’ê, Asayîş, Buroya Jinan a Şaredariya Gel, Dadgeha Gel a Dêrİkê, Navenda Dîcle a Çand û Hunerê hatin kirin. Axaftvanan diyar kir ku teqez divê têkoşîna li dijî sîstemên desthilatdar bê bilindkirin û piştgiriya bi Leyla Guven bê kirin.

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, Koma Şehîd Zîlan a Çand û Hunerê dîlanên folklorîk pêşkêş kirin.

Ji bo pêşwazîkirina 8`ê Adarê, gundên rojhilatê Reqayê têne xemilandin

Jinên gundên rojhilatê Reqayê herêma xwe xemilandin da ku pêşwaziya Roja Jinan a Cîhanê bikin. Jinên endamên saziyên girêdayî rêveberiya sivîl beşdarî çalakiyê daliqandina pankartan bûn.

Li ser pankartan hevokên mîna "Ji Roza û Clara heta Zenûbiya serdemê, berxwedana Leyla Guven dewam dike``, “Jina tekoşer xweşikiya jiyanê ye``, ``Bi berxwedana jinan jiyan geş dibe û teror têk diçe" hatibûn nivîsandin, her wiha wêneyên parlamenter Leyla Guven û şehîd Avesta Xabûr hatin daliqandin.

Pankart di têketin û derketina bajaran û di nava gundên El-Hûs, Keramê, Hemrat, Reqa Semra, El-Cedîdat û kolanên giştî de hatin daliqandin.

(jo)

ANHA