Rêzeçalakiyên 8`ê Adarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Rêzeçalakiyên Kongreya Star ji bo 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin.

5 adar, 2019   13:36

QAMIŞLO

Meclisa Jinên Sûriyê bi boneya hatina 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li navçeya Girkê Legê civînek li dar xist. Civîn li Sendîkaya Karkeran hate lidarxistin.

Di civînê de endama Meclisa Jinên Sûriyê Gulşîlan Hisên li ser rola jinan û têkoşîna wê di şoreşa Rojava de axivî. Gulşîlan destnîşan kir ku Roja Jinan a Cîhanê berhema têkoşîna jinan a beriya bi sedan salan e.

Civîn bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

MINBIC

Bi sedan şêniyên Meclisa Xeta Muhteriq û gundewarên wê ya girêdayî Minbicê şahiyek li dar xist. Endamên komîte û saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê beşdarî şahiyê bûn. 

Di şahiyê de hevseroka meclisa  Muhteriq Dele Hisên axivî û 8`ê Adarê li tevahî jinên ku cihê xwe di hemû beşan de digirin, pîroz kir. Paşê dîlan û stranên folklorîk ji aliyê koma Bazên Minbic (Siqûr Minbic) ve hatin pêşkêşkirin.

GIRÊ SPÎ

Bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Eyn Îsa daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Desteya Karên Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêvî Mistefa ve hat xwendin.

Endamên Meclisa Rêveber û Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokên buroyên rêveber ên Rêveberiya Xweser û her 7 rêveberiyên sivîl beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de kiryar û paşguhkirina ku ji aliyê sîstemên desthilatdar ve li dijî jinan têne kirin, hate şermezarkirin. Her wiha di daxuyaniyê de 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li tevahiya jinên cîhanê hat pîrozkirin û soza berdewamkirina têkoşînê li dijî desthilatdarî û zordariyê hat dayîn. Her wiha hate destnîşankirin ku ew ê ji bo têkoşîn û berxwedanê heta dawiyê şopdarên rêya Leyla Guven bin.

TEBQA

Rêveberiya Jinan a Tebqayê bi hevkariya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ji bo pêşwazîkirina 8`ê Adarê, broşûr belav kirin.

Endamên Rêveberiya Jinan, mamosteyên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê tev li belavkirina broşûran bûn. Broşûr li sûka navendî ya bajêr, dibistanan, navendên hêzên Ewlekariya Hundirîn (Jin) û hemû sazî û meclisên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Tebqayê ve hatin belavkirin.

KOBANÊ

Şandeyeke Kongreya Star, rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk û partiyên siyasî serdana navendên leşkerî û Mala Birîndaran a bajarê Kobanê kir. Di serdanê de wêneyên şehîdan diyarî şervanan kir.

Şandeyê her wiha serdana navenda Desteya Parastin û Erkaxweparastinê kir û ji aliyê serokê Desteya Parastin û Erka Xweparastinê Ismet Şêx Hesen û endamên desteyê ve hate pêşwazîkirin. Di serdanê de şandeyê wêneyên şehîd Avesta Xabûr diyarî desteyê kirin.

Paşê şandeyê serdana navenda YPJ/YPG`ê û Mala Birîndaran kir û wêneyên şehîdan ji wan re pêşkêş kirin.    

ŞEHBA

Yekitiya Jinên Azad bi hatina 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re semînerek der barê danasîna roja 8`ê Adarê, têkîşona jinan di nava dîrokê de û zehmetiyên ku rastî wan tên, li dar xist. Semîner li navçeya Fafîn a herêma Şehbayê hate dayîn. Bi dehan jinên navçeyê, endamên saziyên civaka sivîl beşdarî semînerê bûn. Di semînerê de ji rêveberên Yekitiya Jinên Azad Rîhab Cibo li ser girîngiya 8`ê Adarê axivî.

Paşê ji rêveberên Kongreya Star Sozdar Qasim li ser encam û bandora zîhniyeta desthilatdar li ser jinan, axivî.

Di dawiyê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinan, azadiya wan û silavkirina berxwedana Leyla Guven bi dawî bû.

(bx)

ANHA