Li Babê Teqîn û li herêmên dagirkirî tevlihevî

Li bajarê Babê di teqîna motosiklêtekê de hijmareke çeteyên Tiriyê û welatiyên sivîl birîndar bûn.

Li Babê Teqîn û li herêmên dagirkirî tevlihevî
5 adar, 2019   13:34

MINBIC

Li bajarê Babê beriya niha bi çend kêliyan motorsiklêtek bombebarkirî li qada Mertoyê li pêş mizgefta El-Rîhawî ya li aliyê bakurê bajêr, teqiya.

Li gor agahiyên destpêkê yên ku bi dest nûçegihanên ajansa me ANHA’yê ketine, di encama teqînê de gelek welatiyên wivîl û çeteyên Tirkiyê birîndar bûn. Navên hin birîndaran jî wiha ne; Welîd Mihemed Ulebî(16), Mistefa Qasêm(30), Mihemed Siwêd(34), Mihemed Esed Ceblî(35), Mihemed Welîd Ulebî(16), Yezen Mensûr(20), Mistefa Şawiyê(60), Abdulrehman Bekor(15) û Yezen Mihemed Mensûr (12).

Ta niha ti aliyekî berpirsiyariya teqînê negirtiye ser xwe. Her wiha li bajarê Babê û hemû bajarên ku ji hêla Tirkiyê ve hatine dagirkirin, teqîn rû didin, piraniya teqînn li dijî baregehên leşkerî yên çeteyan pêk tên.

(fr)

ANHA