Salvegera 28`an a serhildana Başûrê Kurdistanê û bangên yekitiyê

Bi hezaran kurdistaniyên li herêma Ranya ya rojhilatê parêzgeha Silêmaniyê salvegera serhildana gelê Başûrê Kurdistanê ku çirûska yekemîn ji bajarê Ranyayê dest pê kir, pîroz kir.

Salvegera 28`an a serhildana Başûrê Kurdistanê û bangên yekitiyê
5 adar, 2019   12:36

ALAN ROJ / NAVENDA NÛÇEYAN

Îro salvegera 28`an a serhildana gelê başûrê Kurdistanê ya li dijî rejîma Baas a berê ye ku ji bajarê Ranyayê di 5`ê Adara sala 1991`an de dest pê kir, paşê derbasî Silêmanî, Hewlêr, Dihok û herêmên din bû.

Guleya yekemîn ji Ranyayê ji aliyê şehîd Elî Nebî ve li dijî rejîma Baas hate avêtin, paşê gel bi dehan navend, nuqteyên ewlehî û buroyên girêdayî rejîma Baasê ya bi serkêşiya Sedam Hisên kontrol kirin. Bi wê çirûskê li hemû herêmên Başûrê Kurdistanê belav bû û hemû bajarên Kurdistanê ji rejîma Baas rizgar bûn.

Bi vê boneyê, bi hezaran kurdistanî û rêveberên li bajarê Ranyayê şahiyan li dar dixin, di demekê de ku gel aliyên têkildar û partiyan rexne dike ku wan nirxên serhildanê dizîne û ev nirx ên gel in, ne yên partiyan in ku ji bo desthilatdariya xwe bi kar bînin.

Hevjîna şehîd Elî Nebî bi rêya dezgehên çapemeniyê got ev çend sal e şahiyên ji bo vê roja mezin ne li gorî tê xwestin, li dar dikevin û wiha dewam kir: "Ne rast e ku her partiyek bi tena xwe pîroz bike û mîrasa bajarê Ranyayê bike milkê xwe, ne rast e ku hevjînê min wek têkoşerekî partiyekê bê bibîranîn, divê her kes dûrî partiyan pîroz bike û di vê rojê de bibin yek û li êşa gel binêrin."

Her wiha Partiya Azadî di salvegera serhildanê de daxuyaniyek da û wiha got: "Serhildana 5`ê Adarê destpêkeke nû ye ji bo têkoşîna rizgariya Kurdan, di aliyê mafên gelê Kurd de serkeftinên mezin bi dest xistin, ev serhildan ji destê gel derket û derbasî destê partiyan û hikumetan bû."

Partiya Azadî teqez kir ku pir girîng e birêxistinbûneke li gorî rihê serhildanê bê kirin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî rizgarkirina gelek herêmên Başûrê Kurdistanê, yekemîn parlemana Kurd di Gulana 1992`yan de hate avakirin, koalîsyona navneteweyî jî destwerdan kir û qedexeya firîna balafiran ferz kir da ku bi hezaran koçberên ji ber rejîma Baas a dîktator reviyan, vegerin warên xwe.

(jo)

ANHA