56 hezar kes di kampa Holê de ne û hê jî pêla koçberiyê didome

Hejmara koçber û penaberên ku gihîştine kampa Holê bû 56 hezar. Her wiha tê payîn ku îro zêdeyî 600 kesî bighêjin kampê.

56 hezar kes di kampa Holê de ne û hê jî pêla koçberiyê didome
5 adar, 2019   10:34

HESEKÊ

Qonaxa dawî ya pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê li dijî çeteyên DAIŞ`ê li Baxozê didome. Şervanên QSD`ê sivîl û malbatên çeteyan ber bi kampa Holê ya li Hesekê ve dibin.

Di vê çarçoveyê de rêveberiya kampa Holê destnşan kir ku hejmara koçber, penaber û malbatên çeteyan di rojên dawî de gihîşte 56 hezar kesî.

Her wiha diyar kir ku tê payîn îro 600 kes ji Baxozê bighêjin kampê û niha di rê de ne ``ne diyar e kîjan kêliyê bighêjin kampê``.

Tê zanîn ku Rêveberiya Xweser sala 2016`an kampa Holê ji bo pêşwazîkirina penaberên Iraqê vekir û bi destpêkirina pêngavên rizgarkirinê ji aliyê QSD`ê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hezaran koçberên Sûriyê berê xwe dane kampê. Niha jî bi kêmbûna xaka di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de malbatên çeteyan xwe radestî şervanên QSD`ê dikin, şervan jî wan radestî rêveberiya kampê bikin.

Heta niha jî rêxistinên mirovahî rewşa zehmet a koçber û penaberan paşguh dikin her wiha rêveberiya kampê du beşên din li kampê zêde kir û bi vê yekê bû 7 beş.

(bx)

ANHA