Tevî dagirkeriya çeteyan jî çanda xwe parastin

Tevî şert û mercên li ser herêma Reqayê di dema çeteyên DAIŞ`ê de, lê şêniyan kultur û çanda xwe parast. Nîşaneyeke wê çandê jî mêvanxaneyên erebî ne ku sembolek ji sembolên herêmên Ereb têne hesibandin.

Tevî dagirkeriya çeteyan jî çanda xwe parastin
Tevî dagirkeriya çeteyan jî çanda xwe parastin
Tevî dagirkeriya çeteyan jî çanda xwe parastin
Tevî dagirkeriya çeteyan jî çanda xwe parastin
5 adar, 2019   07:46

EMAR XELEF - EHMED ESAF / REQA

Gundê Xes Ecîl bi 45 km’yan li rojhilatê gundewarên Reqayê ye, ruxmî dagirkirinê gelek komên çete herî dawî çeteyên DAIŞ`ê, lê şêniyên gund mêvanxaneya gund ji talankirinê parast.

Temenê mêvanxaneya gundê Xes Ecîl vedigere sala 1960`î. Bi kevirên spî û yên helebî ji hêla şêx Abdullah Nayif El-Ecîl ve hatiye avakirin. Mêvanxane têra 200 kesî dike. Mêvanxane bûye meqseda şêniyên gund da ku pirsgirêkên xwe vebêjin û jê re çareseriyê peyda bikin.

Hîna şêniyên gund li mêvanxaneyê kom dibin da ku pirsgirêkên di navbera êlan û şêniyên herêmê de çareser bikin. Her wiha gelek bone û şahiyên mîna zewacê tê de li dar dikevin.

Tevî wan hemûyan, di mêvanxaneyê de mêvanên gund têne pêşwazîkirin. Kesên ku xwe bispêre mêvanxaneyê û pirsgirêka wî hebe, mêvanxane wî diparêze û li gund bi cih dike heya ku pirsgirêka wî çareser dibe.

Di mêvanxaneyê de amûrên çêkirina qehweya erebî hene ji hûrkirina libên qehweyê, biraştina wî heya bigihîje teşeya dawiyê hene. Her wiha amûrek ji bo pêşkêşkirina qehweyê temenê wê vedigere zêdetirî 100 salî heye. Ji baqirê xam hatiye çêkirin û ji bavan hatiye wergirtin.

Rûspiyê êla Xes Ecîl Ebdulezîz El-Nayif El-Ecîl got: "Mêvanxane semboleke gelêrî ye, li gel şêniyên gundê Xes Ecîl û êlên herêmê. Di dema DAIŞ`ê de me ew parast. Çeteyan hewl dan wê ji bo civînên leşkerî bi kar bînin lê me nehişt. Ji bo rê li pêşiya çeteyan bigirin, me malbatek ji gundewarên başûrê Helebê tê de bi cih kir."

Ebdulezîz destnîşan kir ku piştî rizgarkirina bajêr ji hêla QSD`ê ve hema yekser, ji nû ve mêvanxane sererast kir da ku bibe jêdera hezkirin, aştî û ewlehiyê li herêmê.

(şx)

ANHA