Hûsiyan milkê serokê Yemenê desteser kir

Dadgeha girêdayî komên Ensarellah El-Hûsî mal û milkê serokê Yemenê Abidrebeh Mensûr Hadî, serokê hikumeta wî Mûyîn Ebdulmelek û wezîrê karên derve Xalid El-Yemanî desteser kirin. 

Hûsiyan milkê serokê Yemenê desteser kir
4 adar, 2019   09:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Yemenê ku nêzî komên Ensarellah El-Hûsî ye, diyar kir ku "Dadgeha Cezakirinê” biryar da ku milkên  Hadî, Mûîn û El-Yemanî yên di hundir û derveyî  Yemenê de desteser bike.    

SkyNews a erabî diyar kir ku raporên mafnasî yên navdewletî tekez kir ku komên Ensarellah El-Hûsî dadgehê ji bo desthilatdariya xwe bi kar tînin û biryarên siyasî li dijî opozîsyonê dide, ji ber ku hemû biryar girêdayî dozên siyasî ne.

Ji sala 2011`an ve li Yemenê alozî heye. Welatiyên Yemenê li dijî rejîma Alî Abdullah Salih daketin qadan, di encamê de Salih îstifa kir û di hilbijartinên sala 2012`an de Ebidrebo Hadî bû serokê dewletê. Lê Hûsiyan rejîma Hadî nepejirand û sala 2014`an paytext Senaa xist bi serweriya xwe.

Ji bihara sala 2015`an ve Koolîsyona Erebî bi rêveberiya Siûdiyê di gel hikumeta Hadî li dijî Ensarellah El-Hûsî şer dike.