Fermandarên DYA û Rûsyayê operasyonên li Sûriyê nîqaş dikin

Berdevkê hêzên leşkerî yên DYA’yê ragihand ku fermandarên artêşên DYA û Rûsyayê îro li Viyanayê li hev dicivin û dê tevgera li Sûriyê gotûbêj bikin.

Fermandarên DYA û Rûsyayê operasyonên li Sûriyê nîqaş dikin
4 adar, 2019   09:39

NAVENDA NÛÇEYAN

AFP’ê diyar kir ku berdevkê hêzên leşkerî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Colonel Patrick Rider gotiye ku serokê hêzên leşkerî Joseph Dunford dê bi serokê hêzên leşkerî yê giştî yê Rûsyayê Valery Gerasimov re bicive.

Rider wiha got: "Fermdarên leşkerî dê têkiliyên leşkerî yên Rûsya û DYA’yê yên li Sûriyê û rewşên ewlehiyê li Ewropayê û hin mijarên sereke gotûbêj bikin."

Ajansê destnîşan kir ku tevî şerê li Sûriyê û nakokiyên di navbera her du welatan de, fermandarên leşkerî yên her du dewletan di nava têkiliyan de ne.

Di Tebaxa 2018`an de Rûsyayê nameyeke veşartî ji DYA’yê şand û tê de pêşniyarên hevkariya jinûveavakirina Sûriyê û vegera koçberan kiribû.

Di Berfanbara par de serokê DYA’yê Donald Trump biryar da ku hêzên Amerîka yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişin, hêzên wan li kêleka QSD`ê li dijî DAIŞ`ê şer kir, lê piştre mayîna 200 leşkerên xwe li Sûriyê erê kir.

(jo)