Baxoz; gora xewnên DAIŞ, Îxwan û Erdogan

Çavê her kesî li Baxozê ye, ew gundê biçûk ê ku li ser perava çemê Firatê û nêzî sînorê Iraqê, her kes li benda agahiya bidawîbûna "Dewleta Xîlafetê" ye ku bûye belaya serê cîhanê. Gelo fikr û armancên kesên ku niha li Baxozê hatine dorpêçkirin çi ne, çima gihaştin vê rewşê û Baxoz di dema heyî de çi wateyê diyar dike?

Baxoz; gora xewnên DAIŞ, Îxwan û Erdogan
4 adar, 2019   09:34

ALAN ROJ / NAVENDA NÛÇEYAN

Derketina DAIŞ‘ê bi awayekî fermî li Sûriyê û Iraqê û ragihandina xîlafetê di Hezîrana 2014‘an de ne ji ber tevlihevî, nakokî û aloziyên hundirîn ên herêmî ye. Lê ji ber DAIŞ xwedî bawerî û armancên stratejîk ji fikrên tundraw bû. Îdeolojiya ku niha DAIŞ’ê hilgirtiye, bingeha xwe ji fikrên selefî yên Ehmed Bin Henbel (780-885), piştre Îbn El-Teymiyye werdigire. Paşê Mihemed Ebdulwehab sala 1703`yan ev fikr bi pêş xist û endamê Îxwan El-Mislimîn Seyîd Qutub sala 1906-1966`an derbasî serdema nûjen kir. Bi vê yekê zemîna derketina rêxistina El-Qaîde, piştre DAIŞ`ê hate danîn.

Îxwan El-Mislimîn ku di sala 1928`an de li Misrê wek tevgereke siyasî bi rêya Hesen El-Bena hate damezirandin, bû hembêzkara mezin ku hemû kesên tundraw di nav xwe de dihewîne. Îxwan El-Mislimîn ji bo bigihîjin desthilatdariyê li dewletên Ereb komên xwe yên çekdar bi navê ‘şerê li dijî kafiran’ bi kar anîn.

Zemîna DAIŞ`ê û nêzîkbûna nêrînan di navbera wan, Îxwan El-Mislimîn û AKP`ê de

Usama Bin Ladîn di sala 1988`an de li Afganistanê El-Qaîde ku wek rêxistineke tundraw a cîhanî ava kir. Ebû Misab El-Zerqawî di sala 1999`an de piştî ku ji wargehên leşkerî yên Afganistanê dîsa diçe Iraqê, `Koma El-Tewhîd û El-Cîhad` ava dike. Piştre Ebû Misab El-Zerqawî girêdana xwe bi Usama Bin Ladîn re ragihand û di bin ala El-Qaîde ya ku wek xeternaktirîn rêxistinên terorîst li cîhanê tê hesibandin, xebitî.

Armancên vê rêxistinê li gorî nêrîna Îxwan El-Mislimîn a ji bo gihaştina desthilatdariyê û avakirina erdnîgariyeke xwedî fikrên selefî hat. Lê endamên Îxwan El-Mislimîn li piraniya dewletên Ereb dihatin girtin û wek terorîst hatibûn xêzkirin. Ji ber wê Tirkiyê bi serkêşiya AKP`ê ji 2003`yan ve ew hembêz kirin û wek derfetekê ji bo vejandina dewlea Osmanî ya nû, li gorî hevpeymana Misaqî Millî dîtin.

Li ser wê Tirkiyê deriyên xwe ji bo rêxistina Îxwan El-Mislimîn vekirin da ku kongreyên xwe yên cîhanî li dar bixin û baregehên xwe li Tirkiyê ava bikin. Bi vê yekê Îxwan El-Mislimîn, AKP û dewletên hevalbendên wan mîna Qeterê, li Sûriye, Iraq, Lîbya, Misr, Tûnis, Yemen, Afrîka û dewletên Ereb ên din, li Ewropa û Asyayê jê re bûn destek.

Piştî hilweşandina desthilatdariya dîktator Sedam Hisên li Iraqê di sala 2003`yan de, rêxistina terorîst dest bi êrîşên xwe li dijî hêzên Koalîsyona Navdewletî kir. Rêxistina behsa mijarê bi navê şerê li dijî kafir û dagirkeran, komên terorîst ên herêmî bi aliyê xwe ve kişandin û gelek ciwan bi vê yekê hatin xapandin. Lê piştî avakirina pergala Iraqê ya nû wek dewleteke federal, rastiya van koman eşkere bû. Wan koman ragihand ku ew armanc dike dewleteke xîlafetê li Iraqê li gorî şerîatê ava bike, ji ber wê hêzên Iraqê, polîs û sazî bê cudahî kirin hedef û bi hincetên cuda hovanetirîn sûc der heqê sivîlan de pêk anîn.

Di encama êrîşên terorîst û xwekuj de ji sala 2003`yan heya 2016`an, bi hezaran iraqî hatin kuştin. Lê ji êrîşên herî hov, êrîşa der heqê êzidiyan de di sala 2007`an de li ser her du bajarokên Sîba Şêx û Til Ezîz ên girêdayî Şengalê û êrîşa li ser Şengalê û gundên girêdayî wê ya di 3‘yê Tebaxa 2014`an de bûn.

Tevî wê jî rêxistina terorîst, bi awayekî asayî kerwanên şîe yan jî baregehên siyasî yên Kurd an jî partî û kombûnên siyasî û êlî yên Iraqê kirin hedef.

Sûriye ji şoreşa rûmetê veguherî qada armancên El-Qaîde, hewldana Îxwan û xewna Erdogan

Bi destpêka şoreşa Sûriyê re di Adara 2011`an de, hikumeta AKP`ê koma Îxwan El-Mislimîn bi kar anî da ku şoreşê ji armanca wê ya sereke dûr bixe û bixe xizmeta hewldanên Tirkiyê û heta radeyekê di hewldanên xwe de bi ser ket. Ji aliyê xwe ve Ebû Bekir El-Bexdadî ji Ebû Mihemed El-Colanî xwest Cebhet El-Nusra (Heyet Tehrîr El-Şam a niha) wek şaxekî El-Qaîdeyê li Sûriyê ava bike da herêmên di bin kontrola xwe de zêde bike.

Opozîsyona Sûriyê ya Stenbolê di bin bandora Îxwan El-Mislimîn de maye, Cebhet El-Nusra wek nûnertiya şoreşa Sûriyê dît. Tirkiyê jî wekî ku hêzeke dikare bi rêya wê planên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne û Kurdan têk bibe, bi kar anî. Ji ber wê Tirkiyê ji tevahiya aliyan ve desteka wê kir, li beramberî ku petrola Sûriyê û berhemên wê yên çandinî û pîşeyî ji wan wergire.

Bi firehbûna rêxistina dewleta îslamê ya terorîst li Iraqê û Cebhet El-Nusra li Sûriyê re, armancên her duyan zelaltir bû. El-Qaîde ragihand ku ew ê qada dewleta xwe berfireh bike û navê wê guhert û kir `Dewleta Îslamê li Iraq û Şamê` yanî `DAIŞ`. Ji ber wê Cebhet El-Nusra di hundirê Sûriyê de qada xwe fireh kir bi vê yekê DAIŞ`ê li Bakurê Sûriyê û Iraqê ma.

Ji aliyê xwe ve Tirkiyê bi rêjîma Sûriyê re li ser rêxistinê û kesên girêdayî wê ket bazaran û li Iraqê jî bi hinceta parastina Ereb û Tirkmenên sunnî jî pêwîstî dît ku Mûsilê bixe bin wesayeta xwe. Ji ber ku wê demê DAIŞ`ê gelek herêmên ji Iraq û Sûriyê kontrol kiribûn.

Tirkiye jêdera sereke ya destekdayîna bi terorîstan re bû ku çek, endamên mihacir û lojîstîk pêşkêşî wan dikirin. DAIŞ`ê di sala 2014`an de dewleta xwe ya xîlafetê û paytexta xwe wek Reqa ragihand, da ku ji wir de dest bi êrîşên xwe li dijî herêmên Kurdan li Iraq û Sûriyê bikin, wekî Şengal û Kobanê.

Êrîş û komkujiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu encam negirtin

DAIŞ`ê bi hezaran sivîlên ku xîlafeta wê nepejirand, kuştin. Li Dêrazor, Reqa û Minbicê komkujî li ser êlan pêk anîn. Êrîş birin ser Ceza, Hesekê û Til Temirê. Piştre bi hejmarên mezin û çekên pêşketî êrîşî Kobanê kirin, piştî ku li Kobanê şikest, careke din bi rêya sînorên Tirkiyê bi êrîşên xwekujiyê û erebeyên bombebarkirî êrîş kirin û hovanetirîn komkujî pêk anîn, lê ew qonax bû destpêka tunebûna DAIŞ`ê.

Bi serkeftina YPJ û YPG`ê li Kobanê li dijî DAIŞ`ê re, êdî xewnên her sêyan; DAIŞ, Erdogan û Îxwan El-Mislimîn ber bi dawiyê ve çûn. Bi hevgirtina pêkhateyên herêmê û avakirina QSD`ê re di sala 2015`an de herêmên ku DAIŞ`ê dagir kirine, êdî ji dest çûn. Bi rizgarkirina Reqayê  "Paytexta xîlafeta DAIŞ`ê" re Tirkiyê bermahiyên DAIŞ`ê li Minbic, Reqa û Dêrazorê komî ser hev kirin û ji bo ku hindek erdnîgariya Sûriyê di destê xwe de bihêle, cilên wan guhertin û navê `Mertalê Firatê` li wan kir.

Sînor bi temamî hatin girtin û têkiliyên di navbera DAIŞ û Tirkiyê de hatin qutkirin. Bi vê yekê dewleta ku slogana `mayî û fireh dibe` di koşeyekê de li gundê Baxozê di navbera 400 metreyan de hate dorpêçkirin. Bi vê yekê armancên DAIŞ`ê di xîlafeta îslamê de, hewldanên Îxwan El-Mislimîn ji bo ku bibe beşek ji hêzê, li ser erdê û xewnên Erdogan di Osmaniyên nû de têk çûn.

Di çend rojan an jî di çend saetên kêm de dibe ku Fermendariya Giştî ya QSD`ê mizgîniya rizgarkirin û têkçûna xeternaktirîn rêxistineke terorîst li cîhanê  ragihîne. Ev serkeftina ku Kurd bi rê ve dibin ne tenê ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serfiraziyek e, lê belê dê bibe serkeftineke cîhanî mîna rizgarkirina Kobanê.

Piştî bidawîbûna DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro hebûna bermahiyên DAIŞ`ê li Idlib, Efrîn û Cerablusê wek rewşeke demkî bimîne û dê encamên parastina Tirkiyê ji wan re di pêşeroja nêz de eşkere bibe.

(şx)

ANHA