Balafirên Îsraîlê bargehên El-Qesam kir hedef

Balafirên bê mirov ên Îsraîlê îşev bargeheke leşkerî ya çekdarên Filistînê kir hedef. Li aliyekî din jî hate gotin ku di çalakiyên Filistîniyan ên li dijî Îsraîlê de 3 kes birîndar bûn.

Balafirên Îsraîlê bargehên El-Qesam kir hedef
3 adar, 2019   21:30

XEZA

Nûçegihanê me ji Xezayê diyar kir, balafirên leşkerî yên bê mirov ên Îsraîlê bargeheke leşkerî ya Tabûra Ezedîn El-Qesam ku baskê leşkerî yê Tevgera Hemasê ye kir hedef, bêyî ku tiştek li kesî were. Berdevkê Artêşa Îsraîlê diyar kir ku êrîş wekî bersivdayîna çalakiyên Filistîniyan pêk hat.

Li aliyekî din jî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezayê ragihandin ku 3 Filistînê ku beşdarî çalakiyên ji bo "Vegerê û şikandina dorpêçê" bibûn bi fîşekên hêzên Îsraîlê birîndar bûn.

Nûçegihanê me diyar kir ku  çalakgerên Filistînê dûlabên plastîkê şewitandin û nepoxên deng avêtin.

ANHA