Ararat: Neviyên Kawayê Hesinkar Newrozê bi serkeftina li hember DAIŞ`ê tacîdar dikin

Nivîskarê Kurd Azad Ararat got neviyên Kawayê Hesinkar dîroka rojhilat dubare dikin û cejna Newrozê bi serkeftina li hember DAIŞ`ê tacîdar dikin.

Ararat: Neviyên Kawayê Hesinkar Newrozê bi serkeftina li hember DAIŞ`ê tacîdar dikin
3 adar, 2019   08:16

EBDULSELAM KERMAN / KOBANÊ

Di hevpeyvîneke li gel ajansa me de nivîskar Azad Ararat girêdayî bidawîbûna DAIŞ`ê axivî.

Nivîskar Azad Ararat behsa meha Adarê kir û tevahiya nîşaneyên ku di nav xwe de digire, mebesta cejna Newrozê ya ku wateya wê roja nû ye ku ev roj wek cejnekê ji hêla tevahiya gelên Kurdistanê ve tê hesibandin.

Azad Ararat wiha domand: "Îro em li hember DAIŞ`ê bi ser ketin, ev tacîdariyeke rastîn ji Newroza îsal re ye. Xwîna ku me ji bo xak û rûmetê daye, bi serkeftineke mezin di serdema nûjen de li hemberî hovanetirîn koma terorîst tacîdar bû."

Di berdewama gotinên xwe de Ararat girîngiya serkeftina li hember DAIŞ`ê ji tevahiya gelan re destnîşan kir. Ararat diyar kir ku ewlehiya neteweyî ya cîhanî bi tunebûna terorê ve girêdayî ye. Divê cîhan jî girîngiyê bide vî karê efsanewî yê gelên herêmê, di serî de gelê Kurd.

Têkildarî têkoşîna li dijî îdeolojiya DAIŞ`ê Ararat destnîşan kir ku ev berpirsa hemûyan e û hevgirtina hemûyan ji bo tunekirina fikra radîkal û tundraw pêwîst e.

Li ser mijara girîngiya lidarxistina kongreya rewşenbîran li dijî terorê Ararat girîngiya mîna van kongreyan tekez kir û wiha got: "Em bi hev dişêwirin û nêrînan bi hev re parve dikin da ku kongreyeke tevahiya pêkhateyên Sûriyê tê de beşdar bibin, li dar bixin."

DAIŞ piştî 5 salan tune dibe, yanî ji destpêkirina YPG û YPJ`ê piştre QSD`ê pêngavên şerê li dijî DAIŞ`ê yên ku ji bajarê Kobanê dest pê kirine.

(şx)

ANHA