Malbatên şehîdan: QSD`ê soza xwe anî cih

Malbatên şehîdan ên herêma El-Keramê destnîşan kir ku QSD`ê soza xwe ya tunekirina terorê pêk anî.

Malbatên şehîdan: QSD`ê soza xwe anî cih
3 adar, 2019   07:59

EHMED EL-ESAF / REQA

Malbatên şehîdan ên herêma El-Keramê ya li gundewarên rojhilatê bajarê Reqayê ji ajansa me re axivîn û destnîşan kir ku QSD`ê soza xwe ya rizgarkirina herêmê ji terorê anku ji DAIŞ`ê, anî cih.

Matar El-Şexîl bavê du şehîdan Ebûd û Îbrahîm El-Şexîl e û destnîşan kir ku ji bo azadiya gelan ciwanên wan di nav refên QSD`ê de şehîd bûn. Îro jî bi saya xwîna wan serkeftin li ser DAIŞ`ê hate bidestxistin. El-Şexîl diyar kir ku ew vê serkeftinê diyarî tevahiya gelê Sûriyê dikin.

Ehmed El-Siyalî bavê şehîd Elaa El-Siyalî wiha axivî: "Wek malbatên şehîdan ên Bakurê Sûriyê em bi ciwanên xwe û QSD`ê serbilind in. QSD`ê dest ji şehîdên xwe berneda, soza xwe anî cih û rêya şehîdan şopand. Em spasiya QSD`ê dikin ku em rizgar kirin û îro jî şêniyên Dêrazorê rizgar dike."

Ji aliyê xwe ve hevsera şehîd Şêx, Ibtîsam El-Ehmed destnîşan kir ku serkeftina QSD`ê û rizgarkirina jinên ku hatine revandin ji çeteyên DAIŞ`ê, ew serkeftina ku QSD`ê soza wê daye û bi saya xwîna şehîdan hatiye bidesxistin. Xwîna şehîdan vala neçû û gelê bindest ji zilma DAIŞ`ê xilas bû.

(şx)

ANHA