Çalakiyên pêşwazîkirina 8`ê Adarê didomin

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Kongreya Star a bajarê Hesekê semînereke danasîna 8`ê Adarê li dar xist.

Çalakiyên pêşwazîkirina 8`ê Adarê didomin
Çalakiyên pêşwazîkirina 8`ê Adarê didomin
1 adar, 2019   11:43

HESEKÊ

Semînera Kongreya Star li Kola Kelasê li rojavayê bajêr bi beşdarbûna dehan jinan pêk hat. Di semînerê de endama Komîteya Perwerdeyê ya kantona Hesekê Recaa Memû axivî û wiha got: "Jin vê rojê wek mîsogeriya berxwedana jinan bi daxwazkirina mafên xwe de dibînin."

Recaa diyar kir ku di sala 1857`an de bi hezaran jin daketin qadên bajarê New Yorkê da ku zilma li ser wan bê rakirin, hemû hewldanên rawestandina berxwedana wan pûç bûn, wan dewam kir û ev roj xistin dîrokê. Recaa destnîşan kir ku berxwedana jinan û çanda wê, çanda kevn e û heta roja me ya îro têkoşîna wê dewam dike.

Di semînerê de sînevîzyonek li ser dîroka roja 8`ê Adarê û têkoşîna jinan hate pêşandan.

Her wiha dê 2 semînerên din li aliyê başûr û rojhilat ên bajêr bêne lidarxistin.

(ekîb)

ANHA