Meclisa Serêkaniyê komkujiya li ser sînor şermezar kir

Meclisa bajarê Serêkaniyê yê girêdayî Kantona Hesekê bi daxuyaniyekê komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker li ser sivîlan li gundewarê bajêr pêk aniye şermezar kir. Her wiha bang li tevahiya rêxistinên hiqûqî û cîhanê kirin ku bi lez mudexele bikin û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker bi dawî bikin.

Meclisa Serêkaniyê komkujiya li ser sînor şermezar kir
28 sibat, 2019   16:09

HESEKÊ

Meclisa bajarê Serêkaniyê yê girêdayî Kantona Hesekê girêdayî komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker li dijî malbatên gundewarê Serêkaniyê de pêk anî bû ku di encamê de 4 kes hatin kuştin û 5 kes di nav de zarok û jin birêndar bû daxuyanî da.

Bi dehan endamên rêveber ên sazî û navendên bajarê Serêkaniyê li ber avahiya meclîsê kom bûn. Daxuyanî ji hêla hevserokê meclisê Luqman Îsa ve hate xwendin.

Luqman Îsa got, ‘‘Wekî Meclisa bajarê Serêkaniyê yê girêdayî Kantona Hesekê em vê kiryar û komkujiya ku dewleta Tirk li ser sînorê bakur di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê de li ser sivîlan şermezar dikin. Malbatên ku di nav de jin, zarok û temenmezin, dema hewl didan derbasî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bibin ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve hatin hedefgirtin. Di encamê de 4 kes hatin kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn. ‘‘

Luqman her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk li gel komkujiyan jî nahêle tu kes nêzî sînor bibe û cenazeyê rake û got, kirinên dewleta Tirk der mirovî û ne exlaqî ne.

Luqman Îsa di dawiya daxuyaniyê de şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwest û bang li tevahî rêxistinên hiqûqî û cîhanê kir ku bi lez mudexele bikin û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker der heqê sivîlan de bi dawî bikin. Her wiha şî

(şx)

ANHA