Li Reqayê bikaranîna motorsiklêtan hate qedexekirin

Li ser daxwaza şêx û rûspiyên Reqayê û bi armanca parastina welatiyan, Komîteya Hundirîn a Reqayê biryara qedexekirina bikaranîna motorsiklêtan di hundirê bajêr de derxist.

Li Reqayê bikaranîna motorsiklêtan hate qedexekirin
Li Reqayê bikaranîna motorsiklêtan hate qedexekirin
28 sibat, 2019   15:43

HEMÎD ELÎ / REQA

Di demên dawî de kiryarên dizî û talankirin bi rêya motorsiklêtan li bajarê Reqayê zêde bûn. Di heman demê de şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ‘ê bi motorsiklêtan kiryarên xirabkirin li bajarê dikin da ku ewlehiya herêmê têk bibin.

Li ser vê yekê Komîteya Hundirîn piştî civînekê, biryarnameyek derxist, tê de bi karanîna motorsiklêtan di nava bajar de qedexe kir.

Biryarname wiha ye:

" Ji bo parastina destkeftiyên giştî û li ser biryara Meclîsa Zagonsaz a Reqayê ya ku di civîna awarte ya 18’ê Sibata îsal bi beşdarbûna rûspiyên Reqayê û Melîsa Sivîl a Reqayê hate lidarxistin de rewşên heyî yên ku bi sedema motorsiklêtê pir qeza dibin û ji bo parastina sivîlan, bendên biryarê wiha ne:

-Bikaranîna motorsiklêtan di nava bajarê de qedexe ye.

-Ev biryar hemû sivîlan û saziyên leşkerî eleqedar dike.

-Heke biryar hate binpêkirin, motorsiklêt tê destserkirin û xwediyê wê li gor zagonê tê darizandin û hem jî baca darayî lê tê birîn. Ceza wiha ye:

- Mehekê di girtîgehê de dimîne.

-Cara yekemîn dê 25 hezar lîreyên Sûrî, cara duyemîn jî 50 hezar û ya sêyemîn jî 100 hezar lîreyên Sûrî dê bide.

-Her kes neçar e vê biryarê pêk bîne.

Di vê çarçoveyê de Şêxê êla El-Sebxa Mihemed Tirkî Sewan got:" Di civîna ku Meclîsa Sivîl a Reqayê bi rûspiyên êlên bajêr re ji bo motorsiklêtan û ajotina wê di hundirê bajêr de li dar xistiyê de, ez yê destpêkê bûm ku min dengê xwe da biryara qedexekirina ajotina motorsiklêtan di hundirê bajêr de."

Sewan diyar kir ku ev biryar dê ewlehî û aramiyê li bajarê pêk bîne û şaneyên veşartî dê tengav bike.

Şêxê êla El-Sebxe Mihemed Tirkî Sewan di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanên bajêr kir ku biryarê pêk bînin.

(fr)

ANHA