Dêrazor ji bo 8‘ê Adarê tê xemildandin

Meclisa Jin a Dêrazorê têkildarî 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hemleya belavkirina belavokan û daliqandina pankartan da destpêkirin.

Dêrazor ji bo 8‘ê Adarê tê xemildandin
Dêrazor ji bo 8‘ê Adarê tê xemildandin
Dêrazor ji bo 8‘ê Adarê tê xemildandin
Dêrazor ji bo 8‘ê Adarê tê xemildandin
Dêrazor ji bo 8‘ê Adarê tê xemildandin
Dêrazor ji bo 8‘ê Adarê tê xemildandin
Dêrazor ji bo 8‘ê Adarê tê xemildandin
27 sibat, 2019   15:05

DÊRAZOR

Yekemîn care ku li gundewarên Dêrazorê yên rizgarkirî ji bo 8‘ê Adarê çalakî têne lidarxistin. Meclisa Jin a Dêrazorê di çarçoveya çalakiyên Roja Jinan a Cîhanê de hemleya belavkirina balavokan û daliqandina pankartan destpê kir.

Bi dehan endamên Meclisa Jin a Dêrazorê tev li hemleyê bû, belavokên ji bo danasîna Roja Jinan a Cîhanê belav kirin û pankart li herêmê daliqandin.

Pankartên bi nivîsên `Bi berxwedana jinê jiyan geş dibe û teror tine dibe`, `Ji Leyla Qasim heya Leyla Xalid û Leyla Guven berxwedan berdewam e`, `Jina bi rêxistinkirî bedewbûna iyanê ye`, `Ji Roza û Kilara heya Zenûbiya serdemê  û Leyla Guven berxwedan berdewam e` li kolanên El-Kesra, El-Cezra, El-Mîlac û El-Bû Şems hatin dailqandin. 

Endama Meclisa Jin a herêma El-Cezirat Zehre El-Taye diyar kir ku hemleya wan dê heya 8`ê Adarê bidome.

(şx)
ANHA