Nasir Yagiz tedawî red kir û berxwedana xwe didomîne – Hate Nûkirin

Nasir Yagiz ê ku ji ber rewşa wî giran bû rakiribûn nexweşxaneyê, piştî demekê di bin çavdêriyê de ma, tedawî red kir û berxwedana xwe didomîne.

Nasir Yagiz tedawî red kir û berxwedana xwe didomîne – Hate Nûkirin
26 sibat, 2019   15:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz ev 98 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Nûnertiya HDP'ê ya li Hewlêr di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Rewşa wî giran bû, Yagiz ji beriya demek kurt rakirin nexweşxaneya Par a li Hewlêrê.

Nasir Yagiz piştî demekê di bin çavdêriya bijîşkan de ma tedawî red kir û vegeriya Nûneritya HDP’ê ya Hêwlêr û berxwedana xwe didomîne.