Kongreya piştgiriya Yemenê dest pê kir

Îro li Cinêvê kongreya piştgiriya Yemenê bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî dest pê kir.

Kongreya piştgiriya Yemenê dest pê kir
26 sibat, 2019   13:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Cinêvê ya Swîsereyê kongreya piştgiriya Yemenê bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) dest pê kir. NY’ê bang li dewletên endam û saziyên hikumetê kir ku piştevaniya vê kongreyê bikin.

Endama Koordînasyona Neteweyên Yekbûyî ya Karûbarên Mirovî li Yemenê Liz Grande wiha got: "NY û hevkarên wan di 18`ê Sibatê de plana bersiva mirovî ya Yemenê da ku hewl dide 4.2 milyar dolar bistîne. Dê bi vî pereyî alikariyê ji 21.4 milyon kesî re peyda bikin."

Kongreya piştgiriyê bi sponseriya NY`ê, li Swîsre û Swêdê tê lidarxistin. Serokwezîrê Yemenê Muyîn Ebdilmelik, sekreterê giştî yê NY`ê Antonio Guterres, wezîra karên derve ya Siwêdê Margo Wallstrom û şêwirmenda federaliyê Simonej Sumaruga û hejmareke mezin ji wezîr û berpirsên ji hemû cîhanê dê başdarî kongreyê bibin.

(jo)