Li Dêrazorê xwendekar hatin xelatkirin

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê li Dêrazorê 200  xwendekarên serkeftî ku pileyên bilind anîn bi şahiyekê li dibistana Sixo ya xeta Ebû Xeşeb a li bejahiya bakurê Dêrazorê xelatkirin.

Li Dêrazorê xwendekar hatin xelatkirin
Li Dêrazorê xwendekar hatin xelatkirin
Li Dêrazorê xwendekar hatin xelatkirin
Li Dêrazorê xwendekar hatin xelatkirin
Li Dêrazorê xwendekar hatin xelatkirin
Li Dêrazorê xwendekar hatin xelatkirin
Li Dêrazorê xwendekar hatin xelatkirin
Li Dêrazorê xwendekar hatin xelatkirin
26 sibat, 2019   12:30

DÊRAZOR

Şahiya xelatkirinê bi beşdariya endamên Komîteya Perwerdê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê, mamoste, xwendekarên serkeftî û hejmarek ji malbatan hate lidarxistin.

Cîgirê Hevserokê Komîteya Perwerdê Muhend El-Asaf, bi navê Komîteya Rêveberiya Dibistanan Sumeya El-Ferhan û Hevserokê Navenda El-Cezrat a Perwerdeyê Lamia El- Aîfan di şahiyê de axivin.

Axaftvanan xwendekarên serkeftî pîroz kirin û tekez kirin ku serkeftina beşê perwerdehiyê,  tê wateya serkeftina hemû beşan.

Kesên axivîn wiha gotinên xwe domandin:" Em xwendekarên serkeftî xelat dikin, da ku em wan teşwîqî serkeftin û şopandina rêya serkeftinê bikin, her wiha em balê bikişînin ser xwendekarên qonaxa navîn û spasya mamosteyên ku kedek mezin bo serkeftina xwendekarên xwe dane.”

Paşê Rêveberên Komîteya Perwerdê xelat li 200 xwendekarên ji 91 dibistanên xeta Ebû Xeşeb û Cerwan, ji eslê 10100 xwendekarî, belav kirin.

(ekîb)

ANHA