Li Dêrazorê semad li cotkaran hat belavkirin

Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê dest bi belavkirina semadê li cotkarên gundewarên rojava û rojhilatê Dêrazorê kir.

Li Dêrazorê semad li cotkaran hat belavkirin
Li Dêrazorê semad li cotkaran hat belavkirin
Li Dêrazorê semad li cotkaran hat belavkirin
Li Dêrazorê semad li cotkaran hat belavkirin
Li Dêrazorê semad li cotkaran hat belavkirin
25 sibat, 2019   12:52

DÊRAZOR

Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê  îro semad li cotkarên gundewarên Dêrazorê belav kir. Her torbeyek semadê bi 11 hezar lîreyên Sûriyê hat belavkirin. Ev yek ji bo geşkirina çandiniya herêmê hat kirin. Ji dema ku DAIŞ’ê Dêrazor dagir kiriye heta niha, zeviyên herêmê ziwa bûbûn.

Tê payîn ku 35 ton semadê yorya beş bi beş li cotkaran bê belavkirin.

Her wiha ji destpêka werza çandiniyê ya îsal ve, Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê (tov û mazot) li cotkaran belav kiribû. Her wiha kanalên avê û dînamoya ava çandiniyê hatin sererastkirin.

(fr/bm)

ANHA