‘Dixwazim li malbata xwe û Şengalê vegerim’

“Dixwazim li Şengalê û malbata xwe vegerim, min zêde bêriya wan kiriye.” Bi van gotinan zarokê êzidî Samir hesreta xwe ya salane û êşa ku li ser destê DAIŞ`ê dîtiye, vedibêje.

‘Dixwazim li malbata xwe û Şengalê vegerim’
25 sibat, 2019   11:29

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Di 3`yê meha Tebaxa 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê êrîşî Şengalê ya Başûrê Kurdistanê kir. Çeteyan bi hezarên êzidî kuştin û bi hezaran jin û zarok revandin. Çeteyan êzidiyên ku revandin, ber bi Sûriyê ve bi rê kirin.

Ji ber hovîtî û talankirinên çeteyan ên der heqê şêniyên Şêngalê de, zarok ji malbatên xwe qut bûn û çeteyan ew kirin "Eşbal El-Xîlafa". Çeteyan zarokên êzidî li ser rêbazên kuştin û çalakiyên xwekujiyê perwerde dikirin. Lê şervanên QSD`ê di operasyonên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li dar xistine, bi dehan malbatên êzidî tevî bi sedan zarokan, rizgar kirin.

Samir Xidir zarokê êzidî ku 13 salî ye û ji şêniyên taxa El-Nisir a Şengalê ye, tevî komek ji zarokên êzidî ber bi herêmên di bin kontrola QSD`ê de reviya. QSD`ê ji bo wergirtina zarokên êzidî korîdorên ewlehiyê vekirin û li kampa Holê ew bi cih kirin da ku piştre li Şengalê vegerin. Samir wiha behsa roja ku hatiye revandin dike: “Ez û tevî malbata xwe razayî bûm, beriya ku DAIŞ êrîşî me bike. Me hewl da birevin, lê me nikaribû. DAIŞ`ê em birin Tileferê û piştre birin Mûsilê.”

Samir destnîşan kir ku çeteyan piştî ku zarok ji dayikên wan qut kirin û keçik ji nava wan veqetandin, bi darê zorê ew kirin misilman.

Çeteyan piştî ku zarokên êzidî li cihekî li bajarê Mûsilê yê girêdayî Iraqê kom kirin, careke din ew dûrî hev kirin, di vê derbarê de Samir wiha got: "Çeteyan bi darê zorê hişt ku çend zarok xizmetkariyê ji wan re bikin û zarokên mayî jî tev li refên xwe yên leşkerî kirin û em perwerde kirin."

Piştî dorpêçkirina artêşa Iraq û Heşd El-Şabî ji bajarê Mûsilê re, çeteyan hemû êzidiyên ku revandine ber herêmên din ên ku li Sûriyê di bin dagirkeriya xwe de birin. Samir got piştî ew anîn Sûriyê, dest bi perwerdekirina wan kirin, paşê ew tev li şeran kirin.

Samir wiha axaftina xwe domand:" Her cara ku çete di herêmekê de bi bin diketin, em dibirin herêmeke din, heta ku em gihîştin gundê Baxozê yê li Dêrazorê. Hejmara me 16 zarok bû û em kirin dibistanekê. Lê piştre em reviyan û piştî ku QSD`ê korîdor vekirin û alîkarî pêşkêş kir, em reviyan û hatin herêmên QSD`ê.”

Samir tekez kir ku çeteyan sivîl li Baxozê ji bo parastina xwe ji balafiran û QSD`ê, wek mertalên zindî bi kar diaîn.

Zarokê êzidî,  piştî êş û zehmetiyên ku li ser destê çeteyan dîtin, wiha got: "Dixwazim vegerim Şengalê û min bêriye malbata xwe kiriye. Dixwazim bi wan re heta hetayê bijîm."

(ekîb)

ANHA