Îsraîl û Hemas ji bo pevguhartina dîlgirtiyan nêzî hev dibin

Kanala Seba ya Îsraîlê ragihand ku tevgera Hemas û Îsraîl ji bo girêbesta pevguhartina dîlgirtiyan nêzî hev dibin. Her wiha wezîrê artêşê yê Îsraîlê yê berê Avigdor Lieberman gef li Xezayê xwar û got di destê Hemasê de roketên dûravêj hene, lewma jî dê şer gur bibe.

Îsraîl û Hemas ji bo pevguhartina dîlgirtiyan nêzî hev dibin
25 sibat, 2019   11:58

XEZA

Serokê partiya ‘Îsralî Beytune’ û wezîrê artêşê yê berê Avigdor Lieberman vê sibehê gef li Xezayê xwarin û diyar kir ku pevketina leşkerî dê di demeke nêz de pêk were û dê ji bo Xezayê giran be û wiha lê zêde kir: "Bûye çend hefte ji bo pevketina bi Hemasê re radigihînim. Ew jî fermanek e ku jê rev tune ye. Pirsa yekane jî kengî dê pevketin çêbe? Di destê Hemasê de roketên dûravêj hene, ji lew re dê şer gur be."

Ji aliyekî din ve jî kanala Seba ya Îsraîlê vê sibehê ji çavkaniyên Filistînê û Îsraîlê re teqez kir ku girêbesteke nû ji bo pevguhartina dîlgirtiyan di navbera Îsraîl û Hemasê de heye.

Li gorî rojnamevanê îsraîlî Yonî Bin Menahîm daye diyarkirin, berpirsekî payebilind ê tevgera Hemasê teqez kiriye ku Îsraîl û Hemas ji bo peymana pevguhartina dîlgirtiyan li hev kiriye.

(fr)

ANHA