Şêniyên Efrînê: Çavê me li rêya vegerê ye

Efrîniyên li Şehbayê soza berxwedanê dubare kir û gotin çavê wan li vegera li Efrînê ye.

Şêniyên Efrînê: Çavê me li rêya vegerê ye
25 sibat, 2019   09:24

ARŞÎN NECAR / ŞEHBA

Şêniyên kantona Efrînê piştî berxwedaneke bêhempa ku 58 rojan dewam kir, di 18‘ê Adara 2018‘an de ji ber komkujiyên dagirkeran xwe spartin kantona Şehbayê.

Şêniyên Efrînê yên li Şehbayê berxwedana xwe ya ji bo vegera li warê xwe didomînin û gotin çavê wan li vegera Efrînê ye.

Wek Ajansa Nûçeyan a Hawarê me serdana Kampa Serdem a li gundê Til Sosînê kir û nêrînên şêniyan girtin.

Şêniya bi navê Leyla Mustefa ji herêma Cindirêsê ye û wiha dibêje: "Ruxmî hemû zehmetiyan, em ê heta dilopa dawîn a xwînê li ber xwe bidin, ji bo vegera li Efrînê em ê her tiştî tehemul bikin."

Leyla di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku biryara derketina wan a ji Efrînê ji ber komkujiyên dagirkeran bû û wiha anî ziman: "Berxwedana me berdewam e, heta Efrîn ji çeteyên dagirkeriya Tirkiyê were rizgarkirin. Em soz didin ku em her tim li qadan bin."

Şêniyê bi navê Hesen Mihemed ji navçeya Bilbilê ye jî ev tişt anî ziman: "Piştî berxwedana 58 rojan, Rêveberiya Xweser biryar derxist ku em ji Efrînê derketin, lê îro berxwedana me ya ji bo rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran berdewam e, em Efrînê ji dijmin re nahêlin, ji ber ku Efrîn a gelê wê ye."

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Zekî Xelo yê ji bajarê Efrînê wiha axivî: "Ev salek derbas bû em li kantona Şehbayê ne, em ê li ber xwe bidin heta Efrîn rizgar bibe, berdêl çi dibe bila bibe em xaka xwe ji dagirkeriya Tirkiyê re nahêlin, tu kes nikare şêniyên Efrînê ji welatê wê qut bike."

Xelo wiha got: "Ez ji Erdogan re dibêjim, xewnên te li Efrînê bi cih nayên, ji ber ku di demeke nêzîk de em ê Efrînê rizgar bikin, Efrîn a me ye."

Şêniyê bi navê Mesûd Xelo ji gundê Qirnê ye diyar kir ku berxwedana wan li Şehbayê bi hemû rêbazan berdewam e heta vegerin Efrînê û wiha got: "Bi rihê berxwedana me ya li Şehbayê em ê Efrînê ji çeteyên dagirkeriya Tirkiyê rizgar bikin û ji bo Efrînê em ê canê xwe feda bikin."

Şêniyê bi navê Mihemed Xelîl Hemo ê ji navçeya Bilbilê destnîşan kir ku berxwedana wan berdewam e heta Efrîn rizgar bibe, gelê Efrînê gelekî berxwedêr e û li hemberî hovîtiya Erdogan 58 rojan li ber xwe da.

ANHA