HPG’ê 4 gerîlayên YJA Starê bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 4 gerîlayên YJA Starê ku 10’ê Nîsana 2018’an di şerê dijî artêşa Tirk de şehîd bûbûn bi bîr anî.

HPG’ê 4 gerîlayên YJA Starê bi bîr anî
24 sibat, 2019   15:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê navê çar şervanên ku 10'ê Nîsana 2018'an li Cûdiyê ya Şirnexê di encama operasyona leşkerî ya artêşa Tirk de şehîd bûbûn ragihand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em van hevrêyên xwe yên hêja, ku di nav têkoşîna partiyê de bi jiyana xwe ya dilnizm, helwesta xwe ya jidil û bi hêrsa xwe ya li bara dijmin, li ser zemîna îdeolojiya azadiya jinê ya Rêber Apo xwe gihandine û mînakên berbiçav in bê ka divê jinên Kurd xwedî helwesteke çawa bin, careke dî bi bîr tînin. ''

Daxuyaniya berfireh a HPG'ê wiha ye:

''Bi têkoşîna bi pêşengiya gerîlayên azadiya Kurdistanê ya sala 2018'an a li dijî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê, encamên girîng bi dest gelê me ketine. Bi vê têkoşîna bênavber de ne ku tenê derbên giran li mêtingeriyê hatine xistin, her wiha hemû planên êrîşê ku tinekirina gelê me dabûne ber xwe hatine pûçkirin. Bê şik û guman, di afirandina van encaman de yên xwedî para herî mezin, şehîdên me yên qehreman in ku ji bo siberoja azad a gelê me xwe feda kirine.

Em hevalên xwe yên şehîd Bêrîvan (Zehra Şukru), Rengîn (Rengîn Muhammed), Rûgeş (Jale Pîrnejat) û Viyan (Tugba Yildiz) ku 10'ê Nîsana 2018'an di operasyona artêşa TC'ê ya dagirker de ya li ser qada Cûdiyê ya Şirnexê, bi qehremanî şer kirin û rê nedane dijmin bi hurmet bi bîr tînin.

Nasnav: Bêrîvan Amed

Nav û Paşnav: Zehra Şukru

Cihê Jidayikbûnê: Selmas

Navê Dayik - Bav: Peyzade - Xelîl

Cih û Demê Şehadetê: Cûdî / 10’ê Nîsana 2018’an

=========

Nasnav: Rengîn Rojava

Nav û Paşnav: Rengîn Muhammed Zedî

Cihê Jidayikbûnê: Hasekê

Navê Dayik - Bav: Sabah - Muhammed

Cih û Demê Şehadetê: Cûdî / 10’ê Nîsana 2018’an

=============

Nasnav: Rûgeş Gabar

Nav û Paşnav: Jale Pîrnejat

Cihê Jidayikbûnê: Selmas

Navê Dayik - Bav: Nîsna - Reşît

Cih û Demê Şehadetê: Cûdî / 10’ê Nîsana 2018’an

============

Nasnav:  Viyan Zîlan

Nav û Paşnav: Tûgba Yildiz

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik - Bav: Hacer - Suleyman

Cih û Demê Şehadetê: Cûdî / 10’ê Nîsana 2018’an

===========

Em li ber her çar hevrêyên xwe ku ji deverên cuda yên Kurdistanê hatin, li ser zemîna felsefeya Apogerî xwe perwerde kirin û di şerê azadiyê ya gelê Kurdistanê de mohra xwe li qehremaniyên mezin dane,  bejna xwe ditewînin. Em van hevrêyên xwe yên hêja, ku di nav têkoşîna partiyê de bi jiyana xwe dilnizm, helwesta xwe ya jidil û bi hêrsa xwe ya li bara dijmin, li ser zemîna îdeolojiya azadiya jinê ya Rêber Apo xwe gihandine û mînakên berbiçav in bê ka divê jinên Kurd xwedî helwesteke çawa bin, careke dî bi bîr tînin. Di şexsê malbatên me yên hêja de, em sersaxiyê didine gelê Kurdistanê,  em sond dixwin, li dijî her cure êrîşa faşîzmê em ê bibin şopdarên helwesta milîtanî ku serfiraziya berxwedanê geş dikin.''