Hûsî dê ji keştîgehan vekişin

Çavkaniyên ji NY`î û Yemenê ji Reuters re gotin koma Ansar Allah El-Husî qebûl kiriye ku ji du keştîgehan vekişin. Ji aliyekî din ve dê ji keştîgeha El-Hudeydiye ya sereke di demek pêş de vekişe.

Hûsî dê ji keştîgehan vekişin
24 sibat, 2019   15:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Sê çavkaniyan ragihandin ku hêzên Hûsiyan dê heya 5 km ji keştîgehên El-Silêf  a genim û Reis Îsayê ya petrolê vekişin. Ev vekişîn di çarçoveya lihevkirina bi hikumeta Yemenê re wekî gava yekemîn pêk hatiye.

Her wiha hate diyarkirin ku vekişandina Hûsiyan ji keştîgeha Hûdeydayê û vekişandina hêzên desteka xwe ji koalîsyonê digirin  bi kîlometreyekê ji Dahiya Kîlo 7 a rojhilatê bajêr dê wekî gava duyemîn pêk were.

Neteweyên Yekbûyî, hewl dide peymana agirbest a ku di danûstandinên aştiyane ku di Kanûnê de  li paytexa Siwêdê Stokholêmê di navbera Hûsiyan û Hikûmeta Serok Ebd Rebu Mensûr El-Hadî de pêk hatî, biparêze.

Lê ji ber nakokiyên li ser mijara ku kî wê keştîgeha Hudeydiye kontrol bike ev lihevkirin xetimî ye.

Hûsî, Hudeydiye xistiye bin serweriya xwe û Hêzên yemenî ku Koalîsyonê desteka wê dike li dora bajêr bi cih bûne.

Erebistana Siûdiyê û Îmarat serkêşiya Koalîsyona Erebî dikin a ku di Adara 2015`an de, ji bo ku carek din hikumeta Hedî vegerîne serdestiya Yemenê mudexeleya Yemenê kir. Koalîsyonê Hûsiyan ji peytexta Yemenê Senaa di dawiya 2014`an de derxistin bi vê yekê hikumeta Hedî vegerî serdestiya Yemenê.