HPG: Balafirên şer Zê û Xakurkê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Tirk bombe li qadên Zê û Xakurkê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber êrîşê tiştek bi hêzên gerîla nehat.

HPG: Balafirên şer Zê û Xakurkê bombebaran kirin
24 sibat, 2019   14:33

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, 23'ê Sibatê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker saet 20'an qada Çemço ya herêma Zê û saet 21'ê jî qada Ermûşê ya Xakurkê bombebaran kirin.

HPG'ê diyar kir, ji ber bomberdûmanê zerar negihîştiye hêzên wan.