HRE’yê li Şêrawa li çeteyan xist

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku kir ku şervanên wan li navçeya Şêrawa ya Efrînê li dijî erebeyeke leşkerî ya çeteyên Firqet El-Hemzat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di encama çalakiyê de 3 çete bi giranî birîndar bûn û erebe hate rûxandin.

HRE’yê li Şêrawa li çeteyan xist
24 sibat, 2019   13:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî  ragihand ku şervanên wan di 23’yê Sibatê de li ser rêya di navbera gundên Basûfanê û Birc Heyder ên girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê de li dijî erebeyeke leşkerî ya çeteyên Firat El-Hemzat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama çalakiyê de 3 çete bi giranî birîndar bûn û erebe hate rûxandin.