Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Elî re xwest

Şêniyên kantona Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Elî re xwest û tekez kir ku şehîd nirxên wan ên herî pîroz in.

Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Elî re xwest
Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Elî re xwest
Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Elî re xwest
Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Elî re xwest
Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Elî re xwest
Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Elî re xwest
24 sibat, 2019   13:16

QAMIŞLO

Bi merasîmekê vê sibehê bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Hemîd Salih (Elî) re xwest ku di Bagera Cizîrê de li herêmên Dêrazorê şehîd bûbû.

Konê ku li bajarê Qamişlo hatiye vedan, bi wêneyên şehîd Elî û alên Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD) hate xemilandin.

Bi sedan şêniyên Qamişlo, endamên saziyên civaka sivîl û şervanên YPG û YPJ`ê herikîn bin konê sersaxiyê yê ku li bajarê Qamişlo ji bo şehîdê QSD’ê Elî hatiye vedan.

Bi deqeyeke rêzgirtinê merasîmê dest pê kir. Piştre bi navê endamê rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Kêfo Seîd, endamê rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Qehtan Hiso û bi navê QSD’ê fermandar Mistefa Qamişlo axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: “Gelê Sûriyê dê li ser şopa şehîdan bimeşe, ji ber ku şehadet tiştekî pir mezin e.”

Her wiha axaftvanan destnîşan kirin ku bi saya ked, têkoşîn û berxwedana şehîdan dê xakên dagirkirî bên rizgarkirin. Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeta şehadeta şehîd Elî hate xwendin û bi dirûşmeyan radestî malbatê hate kirin.

(fr)

ANHA