Kampa Holê tê firehkirin

Piştî zêdebûna hejmara koçberan li kampa Holê, rêveberiya kampê, kamp firehtir kir û bang li rêxistinan kir ku alîkariyê ji koçberan re peyda bikin.

Kampa Holê tê firehkirin
Kampa Holê tê firehkirin
Kampa Holê tê firehkirin
Kampa Holê tê firehkirin
24 sibat, 2019   10:44

NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Hejmara koçberên kampa Holê gihaşt 45 hezar koçber û penaberên ji Sûriye û Iraqê. Bi pêşdeçûna pêngava Bagera Cizîrê re roj bi roj bi hezaran sivîl ji lepên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.

Tevî zêdebûna koçber û penaberan rêxistinên mirovî rewşa li kampê paşguh dikin. Rêveberiya kampê jî bi alîkariya Rêveberiya Xweser a Demokratîk kampê berfireh dike. Rêveberiya kampê 2 beşên nû bi dirêjiya 3 kîlometreçargoşe ku 8 hezar kes dikarin lê bijîn, ava kirin. Kon li van her du beşan vedan û koçberên nû tên li wir bi cih bûn.

Endamê rêveberiya kampa Holê Berzan Ebdullah ji ajansa me re axivî û wiha got: “Di kampê de cihê 39 hezar kesan heye. Lê hejmara kesên li kampê gihîştiye 45 hezarî.”

Ebdullah destnîşan kir ku hemû rêxistinên ku di kampê de dixebitin bê deng in, ji ber vê yekê rêveberiya kampê 2 beşên nû ava kirin. Berzan Ebdullah diyar kir ku dest bi çêkirina beşên 6 û 7 ên bi dirêjiya 3 km kirine û ev her du beş 8 hezar kesan hildigirin.

Berzan Ebdullah di dawiya axaftina xwe de bang li hemû rêxistinan kir ku alîkariyê ji koçber û penaberan re bikin.

(jo/bm)

ANHA