Washington ji kiryarên hikumeta Erdogan bi fikar e!

DYA ji ber binpêkirin û kiryarên hikumeta Tirk ên li ser kesayetên civaka sivîl, çapemeniyê û aboriyê ku têkiliyên wan bi çalakiyên li dijî hikumetê yên sala 2013’an re heye, bi fikar e.

Washington ji kiryarên hikumeta Erdogan bi fikar e!
24 sibat, 2019   11:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) şevê din hikumeta Tirk der barê 16 kesên ji saziyên civaka sivîl, çapemeniyê û aboriyê ku têkiliyên wan bi çalakiyên li dijî hikumeta Tirkiyê yên sala 2013’an re heye û tawanbar kirin, şermezar kir û der barê vê yekê de fikra xwe anî ziman.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê daxuyaniyek da û diyar kir ku divê Enqere rêzê li hember nêrîn û kombûnên aştiyane bigire û kesên ku bi awayekî bêserûber girtine, berde.

(fr)