Li Kobanê cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin

Li bajarê Kobanê cenazeyê cangoriyên azadiyê bi merasîmekî girseyî hatin veşartin.

Li Kobanê cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Kobanê cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Kobanê cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Kobanê cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Kobanê cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Kobanê cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Kobanê cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
23 sibat, 2019   15:32

KOBANÊ

Welatiyên kantona Kobanê cenazeyê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mihyedîn Etaş (Reşo Pirsûs), Ebdullah Tekîn (Harûn Pirsûs), Ibrahîm Bîlot (Salih Pirsûs) û şervanên YPG‘ê Erdal Kobanê, Seyid Kobanê  û Têkoşîn Kobanê  ku di Şerê Tinekirina Terorê de li Dêrazorê şehîd bûne û Diyar Mistefa ku di encama teqînê li gundê Kurpîngar ê girêdayî bajarê Kobanê şehîd bibû li Goristana Şehîd Diclayê spartin axê.

Marasîm bi deqeyekê rêzgirtin dest pêkir, paşê Hevseroka Desteya Xweparastin Dilbirîn Kobanê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got:"Şehîd ên ku nirxên vî gelî parastine. Van qehremanan ne heqî qebûl nekirin û di riya rastiyê de şehîd bûn. Em ê ala van şehîd bigihînin serkeftinê. Em îro van hevalên xwe yên şehîd di vê axa pîroz de vedişêrin. Em bi van şehîdan serbilindin ku em egîd û leheng afirandin. Eger mirinek hebe bila mirineke bi rûmet be. Em ê ji bo azadiyê jiyana xwe feda bikin û em ne poşman in."

Ji rêveberên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce jî axivî û diyar kir ku riya durist û pîroz riya şehîdan e û wiha dewam kir:"Em bi saya xwîna van şehîdan li vir civiyane. Îro şervanên me di çemberên şer de berxwedanê jiyan dikin û dawiyê li terora cîhanî DAIŞ`ê tînin. Kesên ku xwestin me tune bikin, me ew kes tunekirin. Dîrok xwe nû dike û serkeftinên me dinivîse. Li Kobanê berxwedan dest pê kir û li Dêrazorê bi serdikeve. Projeya me ya demokratîk berhemê keda şehîdan e."

Di dawiyê de wesîqe ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed ve hat xwendin û radestî malbatên şehîdan hat kirin. Her wiha nasnameya şervanê YPG‘ê Mihemed Osman (Kawa Welat) ku li Efrînê şehîd bibû hate eşkerekirin û nasnameya wî radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tîlîliyên dayikan li Goristana Şehîd Diclayê hatin veşartin.

(şm/hk)

ANHA